Jinên Ciwan li Silêmaniyê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin

Li Silêmaniyê komeke Jinên Ciwan ên Têkoşer bi çalakiyekê 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Bi rasthatina salvegera 38’an a Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxa 1984’an komeke Jinên  Ciwan ên Têkoşer bi çalakiyekê 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Ciwanên ku bi fîşekên hewayî 15’ê Tebaxê pîroz kirin, bal kişand ser guleya yekem a vejînê ya 15’ê Tebaxa 1984’an a beriya 38 salan û gotin: “Bi pêşengtiya heval Egîd şerê rûmetê destpê kir. Ji bo wê divê gel û gerîla li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî têkoşîna xwe xurtir bike.”

Ciwanan bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ dawî li çalakiya xwe anîn.