Jinên Şengalî hînî xwendin û nivîsîna bi Kurdî dibin

Perwerdeya bi makezimanî ku li Şengalê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Jinên ku tevlî perwerdeyê bûn bang li hemû jinên ciwan kirin ku fêrî zimanê xwe bibin û bixwînin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi hevkariya Saziya Zimanê Kurdî ya Şengalê bi armanca vegera li makezimên û xwedî li baweriya xwe derketinê, perwerdeya zimanê dayîkê dabû destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê ku di 26’ê Cotmeha 2021’an de hatibû destpêkirin û duh bi dawî bû. Di perwerdeyê de tevî jinên ciwan û zarokan, dayîk jî hebûn. Jinên ku tevlî perwerdeyê bûyîn, ji ajansa me re axivîn.

Jina ciwan a bi navê Emîre Semîra ku ji gundê Guhbelê ye, behsa girîngiya fêrbûna xwendin û nivîsandina bi makezimên kir. Semîra got; “Em dixwazin bi zimanê dayîka xwe fêrî nivîsandin û xwendinê bibin. Berê çûyîna dibistanan kêm bû, ji ber vê gelek kes niha nizanin bixwînin. Lê ger mirov bizanibe bixwîne û binivisîne wê muhtacê kesekî nebe. Bi taybet ji bo fêrbûnê, xwendina pirtûkan pêwîstiyek e.  Bang li hemû jinan dikim lêgerîna xwe ya fêrbûna zimanê dayîkê kêm nekin.”

Jina bi navê Zozan Şengalî destpêkê bang li hemû malbatan kir da ku li pêşiya fêrbûna zarokan ya nebin asteng. Şengalî da zanîn ku berê dayîk û bavên wê, pêşiya xwendina wê bûne asteng û wiha axivî; “Niha derfeta fêrbûnê heye û gelek pê kêfxweşim. Divê dayîk êdî bi xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, îro ev derfet heye û divê piştgiriyê bidin zarokên xwe jî. Civaka bê ziman, weke civakek kore.”

Mamosta Yusuf Îlyas jî behsa girîngiya fêrbûna zimanê Kurdî ya ji bo civaka Êzidî kir. Îlyas da zanîn ku parastina baweriya Êzidiyan gelek girîng e, beriya niha derfeta xwendina zimanê dayîkê tine bû, lê îro heye. Niha jî gelek kes hene hîn nizanin bi zimanê xwe ê dayîkê binivîsinin. Îlyas di dewama axaftina xwe de dibêje; “Em mamosta, li Şengalê ji bo fêrkirinê amade ne. Fêrbûna xwendin û nivîsandinê gelek girînge, ji ber ku divê dîroka civaka me winda nebe, were nivîsandin û xwendin.”