Jinên Şengalî: Azadiya gelan bi azadiya Rêber Apo dibe

Jinên Şengalê destnîşan kirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve dîlgirtî jî be fikrên wî di nava gelan de belav bûye û diyar kirin, jin û civak xwe li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin dikin û diparêzin.

Di salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, xelkê Şengalê ev demeke li ser piyan e û çalakiyan li dar dixe. Xelkê Şengalê ku Rêberê Gelê Kurd weke xilaskerê civaka xwe dibîne, li gel astengiyên hêzên hikumeta Mistefa Kazimî jî li qadan komplogeran şermezar dike.

Jinên Êzidî Berfê Îlyas û Caklîn Xanesorî têkildarî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji ANF'ê re axivîn. 

'EM Ê BI TÊKOŞÎNA XWE RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN'

Berfê Îlyas destpêkê têkoşîna Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir û got, weke dayik ew çi bikin jî nikarin heqê keda Rêberê Gelê Kurd bidin û wiha dewam kir, "Eger edalet li vê cîhanê hebûya û eger saziyên mafên mirovan bi rastî jî hebûna, wê Rêberê me 23 salan dîl nehatibûya girtin. Lê belê hêzên desthilatdar ji fikrên Rêber Apo ditirsin, lewma dîl girtine û tecrîdeke giran lê ferz dikin."

Berfê Îlyas bal kişand ser gotinên Ocalan ên li ser civaka Êzidî û gelên bindest û got, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe çi ji me bê em ê bikin. Rêberê me ji me tevan dixwaze ku em bawerî, çand, ax, welat û zimanê xwe biparêzin û zarokên xwe li ser bingeha rast mezin bikin, civakeke bi pîvan û çand a rast ava bikin. Em ê jî weke dayik heta dawiyê ji bo pêkanîna daxwazên Serokê xwe têbikoşin. Ji bo azadiya wî em ê heta dawî li ber xwe bidin."

'BI SAYA RÊBER APO ME RÊYA TÊKOŞÎNÊ NAS KIR'

Berdevka Meclîsa Jinê ya Bajarokê Xanesorê Caklîn Xanesorî jî têkildarî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê got, "Em weke civaka Êzidî azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin. Bi saya fikrên Rêber Apo îro gelên bindest serî rakirine û ji bo azadiyê têdikoşin. 74 ferman li me rabûn, lê tenê di fermana dawî de bi fikrên Rêber Apo me xwe bi rêxistin kir û ji bo azadiyê têkoşiyan. Ev tev bi saya Rêber Apo bûn."

Caklîn ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve dîlgirtî jî be fikrên wî di nava gelan de belav bûye û destnîşan kir ku jin û civak xwe li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin dikin û diparêzin.

'KES NIKARE VÎNA ME TUNE BIKE'

Caklîn Xanesorî bal kişand ser êriş û gefên li ser Şengalê û got, "Hikumeta Iraqê berê li dijî civaka Êzidî ewqasî êrişkar nebû, lê em dibînin ku piştî peymana 9'ê Cotmeha 2020'î hikumeta Kazimî roj bi roj li dijî civaka me êrişan dike. Van demên dawî çalakiyên ku em ji bo Rêber Abdullah Ocalan lidar dixin, ji aliyê rêveberiya Kazimî ve tên astengkirin. Ev kiryareke şaş e, ji ber ku di hikumeta Iraqê de xwendin û naskirina fikrê Rêber Apo qedexe nîne. Berevajî; li gorî qanûnan hikumeta Iraqê li gorî gelek dewletên din hîn demokratîk e, lê ev li ser gotinê dimîne. Ji ber ku piştî hikumeta Kazimî li gel PDK'ê û dewleta Tirk dest bi planan kir, li hemberî Şengalê tevdigere. Bi navê civaka Êzidî em ê heta dawiyê xwedî li fikrên Rêber Apo derkevin û xwedî li destketiyên xwe derkevin."