Jin li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê

Platforma Jinan a Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê. Malbatan diyar kirin heta ku ew bigihêjin armanca xwe wê li ber xwe bidin.

Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 55’emîn de didome. Îro endamên Platforma Jinan a Wanê û Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn serdana malbatan kirin. Dîba Keskîn di serdanê de axivî û diyar kir ku daxwazên malbatan daxwazên mafdar in û got: “Bi salan e li ser girtiyan bêhiqûqiyek heye. Girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne cihên mirinê. Bi hezaran girtî nexweş in. Em piştevaniya çalakiya malbatan dikin. Em bejna xwe li ber têkoşîna malbatan ditewînin.” 

Sekretera Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Nûnertiya Wanê Sevîm Çîçek jî li ser navê Platforma Jinan a Wanê axivî û destnîşan kir ku daxwaza malbatan daxwaza wan e jî û got: “Heke ku îro malbat di nobedê de bin ev jî şerma Tirkiyeyê ye. Li girtîgehan îşkence li girtiyan tê kirin û ev nayê qebûlkirin. Her roj girtî dimirin. Divê girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane tavilê werin berdan.” 

Endama Komeleya Jinan STAR’ê Rojbîn Bor jî axivî û got: “Em bi hêza malbatên xwe bawer in. Dewlet jî di ferqa hêza we de ye. Bi salan em şahidiya hêz û vîna we dikin. Em bi malbatên xwe serbilind in. Em ê heta dawiyê piştevaniya malbatan bikin.” 

Hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan, Dilşah Alkan jî destnîşan kir ku daxwazên wan daxwazên mafdar in û ew ji kesî natirsin û wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.