Jin êdî hîn xurt û bi rêxistin in

Hevberdevka DAKP'ê Bahar Karakaş Ûlûg diyar kir, li dijî şîdeta li jinê wê roja 25'ê Mijdarê derketin qadan û got, jin êdî hîn xurt û bi rêxistin in.

Li gelek welatan bi milyonan jin xwe amade dikin ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Piştgirî û Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li Jinê dakevin qadan. Hevberdevka Platforma Jinê ya Dîcle Amedê (DAKP) Bahar Karakaş Ûlûg diyar kir, wê li dijî her şêweyên newekheviya zayendî, nîjadperestî û normên zayendî yên civakî têbikoşin. Ûlûg li ser girîngiya 25'ê Mijdarê axivî.

Ûlûg diyar kir, jin êdî hîn xurt û bi rêxistin in û got, bi milyonan jin li dijî newekeivya zayendî ya civakî, mîlîtarîzm, nîjadperestî û baviksalariyê têdikoşin. Ûlûg anî ziman, jin hêzê ji piştevaniya jinan a navneteweyî û ji cewhera xwe digirin û bi bîr xist, jinan di hemû serdemên dîrokê de li dijî dewletê û baviksalariyê li ber xwe dane. Ûlûg da xuyakirin, wê 25'ê Mijdarê dakevin qadan û ragihand, mîna 100 sal beriya niha, jin niha jî li qadên berxwedanê ne.

'JIN LI QADÊN NAVNETEWEYÎ BI HEV RE LI BER XWE DIDIN'

Ûlûg bi bîr xist, di bingeha avabûna sîstema dewletê de şîdeta li jinê heye û wiha dewam kir: "Li dijî jinê di navbera dewletan de timî lihevkirinek çêbûye. Ev lihevkirinên li dijî jinê bi giranî veşartî, carna jî bi rengekî vekirî bi cih hatine anîn. Berxwedana jinê ya ku li dijî şîdet û zilma dewletê li Amerîkayê dest pê kir, bû pêla destpêkê ya femînîzmê. Li Tirkiyeyê jî piştî darbeya 1980'î li parka Yogûrtçûyê çalakiya jinan cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt."

Ûlûg diyar kir, li her devera şîdeta mêr û dewletê heye, jinan li ber xwe dane û wiha dewam kir: "Têkoşîna jina ku berê li qadeke teng bû, niha li qada navneteweyî hîn bi xurtî û rêxistinî dewam dike û bûye berxwedana bi milyonan jinan. Bi vê wesîleyê ez bang li jinên Amedî dikim ku cihê xwe di nava Platforma Jinan a Dîcle Amedê de bigirin."