Jin çûn serdana nobeta malbatên girtiyan

Jin çûn serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û gotin “Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome.”

Ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 74’emîn de jî berdewam kir. Dayika Malik Demîragaç ku li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin Emîne Demîragaç, bavê Botan Tîmûr ku li girtîgeha Tîpa F a Wanê tê girtin Kazim Tîmûr, dayika Sînan Karel a bi navê Zeynep Dayan îro çalakî berdewam kirin. Di çalakiya îro de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê çûn serdana çalakvanan. 

Di serdanê de aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica axivî û wiha got: “Çalakiya malbatan, hêz dide têkoşînê. Ji bo ku daxwazên malbatan bên qebûlkirin, em ê li her qadê dengê xwe bilindtir bikin. Her wiha tecrîda li ser birêz Ocalan, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Heta ku tecrîd bi dawî dibe, dê têkoşîna me jî bidome.” 

Endama Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê ya HDP’ê Asya Ertaş jî da zanîn ku dê di hemû çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de rewşa girtiyan, mijara wan a sereke be.