Ji rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ber bi fîşeka destpêkê ve

Berxwedana PKK'ê ku 14'ê Tîrmeha sala 1982'an bi 'Rojiya mirinê ya mezin' dest pê kir û veguherî pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê, di salvegera 35'an de li Kurdistanê û Rojhilata Navîn veguheriye berxwedaneke girseyî.

Komek ji xwendekarên zanîngehê yên bi navê 'Apoyî' di 27'ê Mijdara sala 1978'an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê kongreyek pêk anîn û PKK ragihandin. Piştî ragihandina PKK'ê dewleta Tirk a faşîst-mêtinger bi taybetî êrîşî herêmên Mereş, Dersim, Xarpêt, Çewlik, Dîlok, Amed, Êlih, Mêrdîn û Rihayê kir ku kadroyên PKK'ê li wan herêman çalak bûn. Bi vî rengî komkujiyên nû li dîroka komkujiyan a dewleta Tirk zêde bûn.

Di 12'ê Îlona sala 1980'î de Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ê wê demê Kenan Evren derkete pêşberî ekranê, belavokek xwend û diyar kir ku leşkeriyê dest daniye ser rêveberiyê.

Bi darbeya 12'ê Îlonê re li Tirkiye û Kurdistanê êrîşên mezin li dijî tevgerên şoreşger dest pê kiribûn. Bi hezaran mirov hatin girtin û bi sed hezaran mirov jî hatin lêpirsîn. Bi taybetî li dijî rejîma înkar mêtinger a li Tirkiyeyê, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi tevgera xwe ya demokratîk û neteweyî dawî li bêdengiya dehan salan a li Kurdistanê anî û rê li ber hişyarbûnek neteweyî û civakî vekir. Di serî de ciwanên Kurd gelê Kurd li dora vê têkoşîna tevgera PKK'ê xwe bi rêxistin dikir û bi xurtî tevlî dibû.
 
Bi têkoşîna PKK'ê re derket holê ku gelê Kurd rejîma heyî qebûl nake. Rejîma 12'ê Îlonê bi rengekî gelekî dijwar bi ser mûxalefeta civakî ve meşiya bû. Di encamê de tevgera ked û ciwanan a li Tirkiyeyê di demeke kurt de hatibû tepisandin. Li Kurdistanê jî bi taybetî bajar, gund û bajarokên ku têkoşîna PKK'ê lê xurt bûn veguherandibûn girtîgehê.

Êşkence bi dijwarî dihate kirin. Bi rengekî tund bi ser PKK'ê ve dimeşiya, ku PKK veguherîbû hêviya azadiyê ya gelê Kurd. Herêmên ku têkoşîna azadiyê ya Kurd lê xurt bû; Riha û navçeyên wê, Mêrdîn, Êlih û Amed bûn hedefên girîng ên van êrîşan. Ji mirovên silav dan tevgera PKK'ê heta kesên bi rengekî çalak têkoşiyan her kes hatin girtin. Ji ber piştevaniya xwe ya bi PKK'ê re dihatin cezakirin.

Li Kurdistanê êdî di nava gel de nêzîkatiya 'Her tişt ji vê dewletê tê, kes nikare li pêşiya dewletê raweste' dediket holê. Heman nêzîkatî li girtîgehê jî hebû. Li zindana Amedê bi êşkenceyên giran û zextên psîkolojîk polîtîkayeke bi vî rengî li dijî girtiyan dihate meşandin; 'Hûn nikarin tiştekî bikin, qedera we teslîmiyet e, yên ku berê hatin kirin şaş bûn, bi wan encameke bi vî rengî derdikeve holê, dawiya tevgerên bi vî rengî wê wiha be'.

Bi vê polîtîkayê re poşmanî, înkarkirina xwe û teslîmiyet li gelek girtiyan hatin ferzkirin. Bi vî rengî dixwestin ku hem li zindanê hem jî li nava civakê destûrê nedin nerazîbûna li dijî darbeya 12'ê Îlonê û Tirkiye û Kurdistanê bi polîtîkayên rejîma olîgarşîk-înkarkirinê veguherînin cografyayeke bexçeyê gulan ê bê strî. Generalên 12'ê Îlonê jî di rewşeke wiha de mîna fermandarên Romayê yên bi ser ketin tevdigeriyan. Ji çapemeniyê re serketina xwe radighandin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA SALA 1981'Ê

Di sala 1981'ê de li zindana bi hejmara 5'an a Amedê girtiyên ji doza PKK'ê li dijî zext û tundiyê li ber xwe dan û dest bi greva birçîbûnê kirin. Di greva birçîbûnê de ku ji bo girtî karibin mafên xwe yên parastina siyasî bi kar bînin û li dijî êşkenceyê hate kirin Alî Erek ji ber ku mîdeya wî xwîn bû jiyana xwe ji dest da. Lê belê greva birçîbûnê ji ber ku ji aliyê rêxistinî ve ne xurt bû têk çû.

Piştî vê greva birçîbûnê leşker û gardiyanên rejîma cûntaya leşkerî zext û êrîşên xwe gihandin asta herî bilind.

NEWROZA MAZLÛM DOGAN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mazlûm Dogan piştî ku zext, polîtîkayên tundiyê û êşkenceyên li dijî rûmeta mirovahiyê dît li dîwarên zindana Amedê wiha nivîsand; 'Teslîmiyet xiyanet e, berxwedan serketin e'. Piştre di 21'ê Adara sala 1982'an de bi sê darikên niftikê Newroz pîroz kir û dawî li jiyana xwe anî. Yek ji kadroyên pêşeng ên tevgerê bi vî rengî nîşan da ku îradeya têkoşîna azadiyê ya Kurd nayê têkbirin û nayê teslîmgirtin.

'ÇARAN' DAN SER ŞOPA MAZLÛM DOGAN

Piştî çalakiya Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mazlûm Dogan bi daxwaza mezinkirina berxwedana zindana Amedê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik di şeva ku 17'ê Gulanê bi 18'ê Gulanê ve girê dide di sala 1982'an de xwe kirin gogek ji agir û rê li ber pêvajoya 'Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê' vekirin.

'ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN' DEST PÊ KIR

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş di 14'ê Tîrmeha sala 1982'an de di roja dadgeha koma Rihayê ya PKK'ê de ala berxwedana zindana Amedê ya Mazlûm Dogan û 'Çaran' wergirt û bi 'Rojiya Mirinê ya Mezin' bilind kir.

Mehmet Hayrî Dûrmûş wiha digot: "Ez ê îro li vê derê, li vê salonê der barê paşeroja me de daxuyaniyên girîng ragihînim. Beriya her tiştî dixwazim vê yekê destnîşan bikim: PKK tevgereke ku ji Kurdistanê berpirsyar e. Em; endamên vê tevgerê, ji hemû pirsgirêkên PKK û Kurdistanê di asta destpêkê de berpirsyar in. Hûn ji ber vê berpirsyariyê me bi îdamê mehkeme dikin.

Di rewşeke wiha de tevî ku hûn ji rêzê nêzîk dibin, her wiha astengiyên cidî li hemberî me hene ku li pêşiya bicihanîna wezîfeyên me dibin asteng. Em nikarin xwe û tevgera xwe biparêzin. Nîvê mafê gotinê yê ku hûn didin îtirafkaran hûn nadin me. Her wiha êşkenceyên hovane li me û hevalên me tên kirin. Hovîtiyeke mezin li girtîgehan heye. Bi dehan hevalên min hatin kuştin, bi sedan seqet man û hîn jî nediyar e ku çiqas bên kuştin. Ji van ez berpirsyar im. Hûn vê baş dibînin û şahidê wê ne. Ez naxwazim sekna we ya li salona dadgehê li dijî êşkenceyê binirxînim. Ji xwe hûn hevkarê êşkencekaran e. Her tişt eşkere ye ku înkarkirina vê yekê nepêkan e. Xwefedakirina Mazlûm Dogan, xweşewitandina Çaran ev yek nîşan da: 'Êdî bes e'. Belê ez jî dibêjim 'êdî bes e'. Ji îro û pê ve dest bi rojiya mirinê dikim."

KEMAL Û ALÎ...

Di nava girtiyan de yên li salonê li Hayrî guhdarî dikin Kemal Pîr, Alî Çîçek û piştre sê girtiyên din jî tevlî çalakiya rojiya mirinê bûn. Dadger dema liv û tevgera li nava girtiyan dibîne, ji ber giraniya Kemal Pîr jê re dibêje, 'Kemal tu jî dest pê dike?'

Kemal Pîr jî dibêje, "Belê, bêguman ez jî. Beriya niha bi dehan caran min gotibû, 'Eger yek careke din alê bilind bike ez ê bibim ê duyemîn '. Û niha li vê derê, li vê salonê li pêşberî şahidiya we ez jî tevlî rojiya mirinê dibim. Dixwazim vê yekê jî bêjim; Em dereng man, diviyabû me zû dest pê kiribûna. Lê belê tevî vê yekê di rojeke wiha dîrokî de destpêkirina vê çalakiyê gelekî bi wate ye."

Alî Çîçek jî dest bi axaftinê dike û dibêje, "Bi navê milîtanekî PKK'ê natirsim, xwe dûr nahêlim û dibêjim. Bi navê ciwanekî Kurd, şoreşgerekî, milîtanekî PKK'ê soz didim ku heta nefesa xwe ya dawî ez ê hêjayî gelê Kurdistanê û partiya xwe bim. Bi vê soza xwe tevlî rojiya mirinê ya hevalê Hayrî dibim."

AKÎF JÎ TEVLÎ BÛ

Akîf Yilmaz ê ku di dema dadgehê de ne li salonê bû tevî hevalekî xwe li girtîgehê tevlî karwanê rojiya mirinê bû. Esat Oktay Yildiran ku li zindana Amedê konseya leşkerî ya Kenan Evren temsîl dikir, heman du roj piştî 14'ê Tîrmehê Akîf Yilmaz jî bir koxûşa 36'an ku Hayrî, Kemal, Alî û çalakgerên din lê bûn.

Alîkarê Yildiran Alî Osman Aydin ê êşkencekar got, "Bibin, wî jî bibin koxûşa 36'an ew dever wê ji Apoyiyan re bibe goristan." Yilmaz jî bersiv da wî û got, "Êdî serdema we bi dawî bû. Niha dor a me ye. Desthilatdariya we bi dawî bû. Ji ber vê yekê em ê bi hev re bibînin ku ev dever wê ji kê re bibe goristan."

Kemal Pîr di roja 57'an a maratona jiyana nû de xatir xwest. Di roja 64'an de Hayrî Dûrmûş mîna Kemal Pîr xatir xwest.

Di roja 64'an de Akîf Yilmaz û di roja 65'an de jî Alî Çîçek tevlî karwanê nemiran bûn.

Berxwedana zindanan ku bi Alî Erek dest pê kir, bi Mazlûm Dogan û Çaran dom kir û bi çalakiya 'Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê' gihîşt asta herî bilind, di afirandina ruhê berxwedanê yê PKK'ê de bû hîmê bingehîn. Di 15'ê Tebaxa sala 1984'an li Dihê û Şemzînanê veguherî fîşeka tolhildanê û bû rastiya serketinê ya têkoşîna azadiyê ya Kurd ku 41 sal in didome.

Wê bidome...