Ji pênûsa rêwiyên azadiyê nameyên ji Rojê re -4

Gerîlaya YJA Starê Şehîd Nûpelda Dilvîn di lênûsa xwe de ji bo Rêber Apo wiha dibêje; "Tu ne tenê Rêberê gelê Kurd e, tu rêberê mirovahiyê ye, ji ber wê dijmin hewl dide ku ronahiya te ji me qut bike."

Jiyan, bi xeyalên mezin re bi nirx dibe û digihîje armanceke mezin a hebûnê. Ji bo heqîqeta jiyanê jî Rêberê Gelê Kurd Aabdullah Ocalan wiha dibêje, "Jiyana bi têgihiştina li heqîqetê mezin bibe, êşên herî mezin jî dikare veguherîne şadî û bextewariyê."

Gerîlaya YJA Starê Şehîd Nûpelda Dilvîn di lênûsa xwe de ji bo Rêber Apo wiha dibêje; "Tu ne tenê Rêberê gelê Kurd e, tu rêberê mirovahiyê ye, ji ber wê dijmin hewl dide ku ronahiya te ji me qut bike."

"Ji bo Rêberê mirovahiyê

Di her 15'ê Sibatê de hêrseke mezin li hember dijmin di dilê min de çêdibe. Gelo çi gel bê Rêbertî dibe? Gelo dijmin dikare gelê me bêyî ronahiya Rojê bihêle. Nikarin! Ji ber ku welatekî ku Roj lê hilneyê nabe, nikare bijî. Serokê min; xeyala min a herî mezin, tenê rojekê jî be dîtina we û guhdarîkirina li nirxandinên we ye. Ez li jiyaneke azad digerim, ji ber wê çiya derfeteke herî mezin û bi nirx e. Xweşikbûna Kurdistanê nîşaneya vê yekê ye. Têgihiştina rastiya jinê bi naskirina we re bi pêş ket, ji ber wê em ji bo serketina doza xwe divê têkoşînên herî xurt bimeşînin. Bê navber li azadiyê digerim. Dixwazim bibim çûkek û li gel we bigihîjim bê dawîbûnê. Stêrkên ku li derdora ronahiya Rojê kom bûne weke ku govendê digerînin û ew bê hêjmar in. Tu ne tenê Rêberê gelê Kurd e, tu rêberê mirovahiyê ye. Ji ber wê dijmin hewl dide ku ronahiya te ji me qut bike, lê belê ti carî bi ser nakevin. Roja îro bi milyonan kes ji bo azadiya te di nava berxwedanê de ne da ku hevdîtinên bê dawî bi te re pêk bînin, lewra bê te çi wateya jiyanê namîne. Jiyan bi hebûna te dibe xwedî wate. Tenê gotinek di dil û mejiyan de diqîre; 'Bê Serok Jiyan Nabe'."