Ji pênûsa gerîla: Komkujiya Roboskî -2

Ji rojnivîska gerîlayê HPG'ê şehîd Erdal Nû, Komkujiya Roboskî: Dewleta ku li Zîlanê, Dersimê, Agiriyê komkujî kir li Roboskî jî bi heman rêbazî tevgeriya. Lê belê hesabê gerîlayên azadiyê nekir ku wê tola Roboskî hilînin.

Artêşa Tirk a dagirker 28'ê Kanûna 2011'an li gundê Roboskî yê Şirnexê bi êrişa hewayî komkujî kir. Di vê komkujiyê de 34 Kurdan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan zarok bûn. Tevî ku 10 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, kujer hîn jî nehatine darizandin. Li malbatên Roboskî yên daxwaza edaletê dikin bi dehan doz hatin vekirin.

Gerîlayê HPG'ê şehîd Erdal Nûda (Erdal Yildiz) di rojnivîska xwe de ku 12'ê Kanûna 2012'an nivîsî bû wiha qala Komkujiya Roboskî kiribû:

"Komkujiya Roboskî navê nîşane û rûyê rejîmê yê qirkirina çandî ye.

Par îro neviyên Sabîha Gokçen antremaneke hewayî kirin. Resîtaleke din a Dersimê kirin. Bêguman çi dibe bila bibe weke zarokên baş ên pîrka xwe tên naskirin; wezîfeya ku ji wan re hate dayin bi cih tînin. Ji bo wan 'kuştina eşqiya' a bi daxwazeke mezin, ji bo alîkariay bi mirovên rojhilatî yên 'ji qewmê Tirk' bû. Ji bo wan 'hemdemî' bikin, dihate kirin. Hemû ji bo 'başiya' wan bû. Ji bo 'başiya wan' ew dikuştin.

Lê belê hinekan serî rakiribûn. Hinek bêzar bûbûn. Yên baş xapandibûn, mejiyê wan şuştibûn. Hêzên derve ev dikirin. Mejiyê pitikên 40 rojî jî şuştibûn û xapandibûn. Diviyabû malên wan bihatina hilweşandin, pitikên wan diviyabû mezin nebûna, nemeşiyabûna.

Sal dawiya 2000'î... Heman kevneşopî careke din li ser kar bû. Yên aqil didin wan fetwa dabû. Neviyekî dewletê digot, 'Ma çi bûye, zêde nenepixînin, pereyê xwe çiqas be em ê bidin'. Bi gotina 'Gelo hûn qet li mesreya bombeyên têne avêtin difikirin, bi vî rengî nabe' dikir qareqar û digot, 'Her tişt ji bo welat e, we ji ku aniye ku dibêjin ew sivîl in?'"

Nêzîkatiya mejiyê dewletê ya li Kurdan bi vî rengî ye. Li Zîlanê, li Dersimê, li Agiriyê, li Sasonê, li Roboskiyê heman e. Heman zîhniyet, heman rêbaz. Ji ber vê yekê em qet matmayî neman.

Lê belê rastiyek heye ku wan hesabê wê nekir; rastiyek ku ji nedîtî ve hatin: Çiya! Ew jî baş bi vê zanin, çiya, yên li çiyê şer dikin, Kurdên azad ên li çiyê...

Ji bo parastina çand û hevneşopiyê, ji bo hilanîna tolê dîsa li heman warî li ser piyan e. Bi felsefeya jiyaneke mezin, bi daxwazeke mezin a li azadiyê, bi rêbaza lêdanê ya zanistî û bi hêrsa hesabpirsînê... Em hene! Gerîlayên azadiyê wê hesabê Roboskî bipirsin, wê tola Roboskî hilînin!

Erdal Nûda (Erdal Yildiz) endamekî Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan bû ku 10'ê Tebaxa 2015'an li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê li dijî Navenda Polîsan a Fatîhê çalakiya fedayî kir.