Ji pênûs û têkoşîna Şêrko Bêkes...*

Helbestvanê şoreşê, eşqê û azadiyê Şêrko Bêkes beriya 6 salan koça xwe ya dawî kir. Bêkes bi pênûsa xwe di wêjeya nûjen a Kurd de bû pêngavek. Xeyala wî ya herî mezin jî yekîtiya Kurdan bû.

Dengê Şoreşê li kurahiya Newala Balekiyan, li şikeftekê weşan dikir. Radyoya yekane dengê Başûrê Kurdistanê ya pêşmergeyan bû. Di sala 1965’an de ciwanek dibêje ‘Vir cihê dengê şoreşê ye’ helbesta dixwîne. Ew dengê li çiyayê Kurdistanê deng da, 50 salan li Kurdistanê bû dengê şoreşê, dengê helbestê.

Şêrko Bêkes yê dibêje ‘Helbest Tiliyên zarokane, ji destê cehnema Kurditsan û Raunda çi tê?duh li Stockholmê jiyana xwe ji dest û welatekî tije helbest ya ku navê wê navê Şîîrîstan lê kiriye li pey xwe hişt: Eger ji nav şîîrên min Gul bavêjin der/Ji çar werzan/Werzekî min dimire. Eger yar bavejin der/Dudu dimirin. Eger nan bavêjin der/Sisê dimirin. Eger azadî bavêjin der/Sala min dimire/Û/Ez bi xwe jî dimirim.

Ew her tim bi kulîlk, azadî, Helebce, çûk û perperokan li Kurdistanê geriya. Bi helbetên xwe yên dilşewat serî li hemberî qedera welatê xwe rakir. Got; Qedera welatê wî û Xweda hemane, herdu jî bi tena serê xwe nin.’ Helbestên wekê ‘Giriyê Xweda’, ‘Biharên dimirin’, ‘Dara bêdeng’, ‘Goreyên wî yên tenê mane’, ‘çûkên xewnên wan mirine’, ‘11’emîn saeta Helebceyê nivîsî. Carna bangî Apê Musa kir. Digot ew bi pênûsa Apê Musa, bi guliyên porê keçikên Colemêrgê li vire.

LI MALA ME FIND TUNEBÛ, LÊ BI HELBESTA RONÎ DIBÛ

Bavê Şêrko Bêkes, Faîq wek paşnavê xwe bêkes bû. Kalê wî di 1911’an de ji Bedxayê hat sûrgunkirin û wê demê Faîq Bêkes 7 salî bû. Çend sal şûnde dayika xwe wenda kir. Di sala 1930’an de Faîq li ser welatê xwe yê Bêkes helbest û sirûd xwend. Kurê wê Şêrko jî ji ber vê yekê gelek bi şans bû. Şêrko bi salan şûnde dê bigota ‘Li mala me find tunebû, em bi helbestan ronî dibûn’

Faîq Bêkes mamoste bû, li gelek bajarên Kurdistanê, gund û bajarokan digere. Lê Şêrko jî wek bavê xwe bêkes dimîne. Bavê wî Faîq Bêkes di 1948’an de jiyana xwe ji dest dide.

Dayika wî Şafîqe xanim, kurê xwe Şêrko bi helbest û çîrokan mezin dike. Şêrko piştgiriya dayika xwe ya ji bo hezkirina helbest û kurdî dê her tim bigota. Şêrko helbeta xwe ya yekemîn di rojnameya ‘Jîn’ de weşand.Şêrko dibêje;Ez dinivîsim, ji bo eciziya ziman sivik bikim, ji bo eciziya xwe sivik bikim, lê ew ji bo piştgiriya bo hezkirina helbestê, hezkirina gel bû’ û di 1965’an te tevli refên pêşmergeyan dibe. Bi salan di radyaya ‘Dengê Şoreşê de’ xebitî. Deng û helbestê Şêrko di guhê pêşgeryan de bû.

Şêrko Bêkes yekemîn dîwana helbestên xwe di sala 1968’an de di pirtûka bi navê"Tîrifey Helbest" berhev kir. Di van salan de di bin bandora Goran û hosteyên din de maye. Xwendevanên wî cara yekemîn sitîla wî û zimanê wî cara yekemîn di dîwana wî ya "Min Tînwyetîm be gir deşkê" a di sala 1973’an de hat weşandin de keşsf kir. Di sala 1970’an de bi komek nivîskar û helbestkar re danezeneke bi navê ‘Rîwange’ weşandin. Armanc wan ev bû ku wêjeya kurdî modern bibe.

SALÊN DI NAVA DI XELATAN DE

Di sala 1975’an de dema têkoşîna azadiya kurd nû bû, Şêrko Bêke surgunê başûrê Iraqê bû û 4 sal şûnde bi dîwanên Kaziwe û Koç vegeriya welatê. Saddam jî di bin bandora helbestê wî de ma. Sedam teklîfa ‘Xelata Kadisiye’ jê re dibe. Bêkes xelatê red dike û riya wiya çiyan vedibe. Duyemîn salên wî yên pêşmergetiyê dest pê dike.

Di sala 1986’an de diçe Swêdê. Negirtina xelata Sedam riya penaberiyê ji wî re vekiribû. Lê li Swêdê jî hêjayê xelatê tê dîtin. Di sala 1987’an de xebata wêjeyî ya Kurd Tuckhoslky ji destê serokwezîrê demî yê Swêdê Ingvar Carlson digire. Bêkes aliyê herî girîng yê portreya helbesta xwe di sala 1990’î de temam kir.

HUN ÇAWA DIKARIN AMEDÊ JI SILÊMANIYÊ CUDA BIKIN

Di sala 1992’an de dema Başûrê Kurdistanê gihişt rêveberiya xwe, Şêrko Bêkes kesekî navdar û zêde eleqe didît bû. Yekemîn wezîrê çandê yê Başûr e. lê dema rojnameya Welat bi hinceta propagandaya PKK’ê kiriye hat girtin, ji peywira xwe îstîfa dike. Helbestên wî ya ‘Birakujî’ dîsa surgunî da ber wî û dîsa diçe Stockholmê.

Şêrko Bêkes di sala 1999’an de di 15’ê Sibatê de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin di ekranên Med TV de ev helbest qiriya:

Ev der Silêmaniye, ev çend roje xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavê cîhanê Ocalan girtin, lê nekarin ruhê Kurdan teslîm bigirin. Amedê çawa ji Silêmaniyê diketînin, Newroz çawa bê agir dibe? Gola Wanê çawa dikarin ziwa bikin? Ev der Silêmaniyê, hemû dilên vî bajarî wek sêveke darekê dilerizin, ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin. Ev xemginiyeke netewiye, min xewna perperokekî dît. Ez digirim û çavên min li Amedê ye.

Şêrko Bêkes her wiha li ser grevên birçûnê yên girtîgehên Bakûrê Kurdistanê jî got: “Li Bakur agirê şoreşê bilind dibe. Bedenên birçî nîşan dan ku kurd bi şer û zextan naqedin.”

MIN LI PARQA AZADÎ, LIGEL ABÎDEYA ŞEHÎDAN DEFIN KIN

Şêrko Bêkes, 2 sal berê wesiyatnameya xwe nivisîbû. Bêkes diyar kiribû di şîna wî de bila tenê muzîk hebe û gotibû: “Min li Parqa Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya şehîdan a di sala 1983’an de hatie avakirin de defin bikin. Li wir dê bîhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev dê bibin mîvanên min. Bêkes di sibeha 4’ê Tebaxa 2013’an de, beriya ku bîhna xwe ya dawî bide, dibe ku li ber paca wî perperok geriya bin û helbeta wî ya bi salan berê nivîsibû hatibû bîra wî.

Şêrko Bêkes di salên zor û zehmet yê Kurdistanê de bû bihna azadî, berxwedan û kurdbûnê. Di dilê xwe de her tim hezkirina Çiyayê Emzîr ya Silêmaniyê, Çemê Sirwan a Haleoçeyê, Newala Şarezur, Babagurgur a Kerkûkê gerand.

Bêkes digot dema li kolanên Hewlêr, Sîne, Mahabadê digere dê Amedeke azad maçî bike:

"Maçeke min heye heya niha / Nikare ji lêvên min / Cuda bibe û / Bighêje dev û lêvên wê / Dev û lêvên wê li Amed / Ez jî li vir... / Ev maça min / Bi vê mij û dumanê nikare / Rêya hovan bibre û / Bighêje surê li dora bajar / Ev maça min / Tenê wê demê dighê yar / Asmana Amed sahî be û / Azadî jî bibe baskên wê."

* Ji arşîva ANF'ê...