Ji Parîsê ber bi Cîlo ve

Rêwîtiya azadiyê ya Brûsk Amed ku ji Parîsê ber bi çiyayên Kurdistanê dest pê kir, li Cîlo weke fermandarekî gerîla bi şehadetê bi dawî bû.

Brûsk Amed Adara 2015'an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û lêgerînên xwe diyar kir.

Ji bo jinûve afirandina xwe, ked da. Li çiyê pênaseya nû ya jiyanê nas kir û da pey. Li çiyayên Cîlo fermandarî ji hevrêyên xwe re kir, tiştên hîn bû bi wan re parve kir. Da ser şopa lehengan ên ku berî niha ew nas nekiribû. Li ser vê bingehê jiya, kûr bû û şer kir, canê xwe feda kir.

Salek beriya ku şehîd bikeve (2020) şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anî û wiha nivîsî bû: "Min berê hevala Sara qet nedît û ew nas nedikir. Min pirtûka wê ya bi navê 'Jiyana min her tim şer bû' xwend. Her wiha bi rêya vegotinên hevalên li nava rêxistinê û bi temaşekirian li dîmenên ji jiyana hevala Sara, kêm jî be min hevala Sara hinekî nas kir. Hevala Sara jina destpêkê bû ku cihê xwe di damezrandina partiyê de girt. Bi qasî ku min ew nas kir, hevala Sara bi sekna xwe ya bi biryar, wêrekî û kesayetiya xwe ya têkoşer her tim li pêş bû. Dilsoziya xwe ya bi jiyanê re, hevrêtiya xwe ya ji dil û bi rêbaza xwe ya jiyanê, di baweriya me ya li şoreşê re bû pêşeng ji têkoşîna me re. Rêbaza wê ya têkoşînê, pêşengiya ji têkoşîna Tevgera Azadiya Jinê re nîşanî me da ku li hemberî zor û zehmetiyan em çawa dikarin bi gavên bi biryar biavêjin. Ruhê Apoyî di kesayetiya xwe de şênber kir û bû yek ji pêşengên têkoşîna me ya azadiyê. Di nava jiyana partiyê de bi coş û moraleke mezin tevlî her karî bû, hem di nava kar de hem jî di nava jiyanê de timî bi erka pêşengiyê rabû.

Di Çileya 2013'an de li bajarê Parîsê yê Fransayê, hevalên Sara, Ronahî û Rojbîn bi komploya hêzên dagirker faşîst hatin şehîdxistin.

Wezîfeya me ye ku bi dilsoziya bi bîranîna wan, mîrateya têkoşîna azadiyê ya ku wan dewrî me kirine, bi têkoşîneke hîn xurt, rast û bi biryar dewam bikin, jiyaneke azad biafirînin û Rêbertî azad bikin. Ji bo têkoşîneke rast, xurt û bi biryar divê em sekna li nava jiyanê, dilsoziya bi hevrêtî û felsefeya Rêbertî, baweriya wan a bi şoreşê û meşa wan a bi biryar a li xeta têkoşînê ya hevalên Sara, Ronahî û Rojbîn ji xwe re bikin esas. Li ser vê bingehî em dikarin kesayeta serketinê biafirînin û bi bîranînên şehîdan re dilsoz bimînin."