Ji mexdûrên Qirkirina Dersimê Fatma Îçîn jiyana xwe ji dest da
Fatma Îçîn ku dawiya salên 1930'î di dema Qirkirina Dersimê de 10 salî bû û hingî hate revandin, di 95 salî de jiyana xwe ji dest da.
Fatma Îçîn ku dawiya salên 1930'î di dema Qirkirina Dersimê de 10 salî bû û hingî hate revandin, di 95 salî de jiyana xwe ji dest da.
Fatma Îçîn di Qirkirina 1937-38'an de ku hîn 10 salî bû, hatibû revandin û radestî efserekî hatibû kirin.
Fatma Îçîn di 95 saliya xwe de li navçeya Kahta ya Semsûrê jiyana xwe ji dest da.
Fatma Îçîn bûbû mijara pirtûka "Keçên Winda yên Dersimê -Tertele Çeneku" û fîlmê dokûmanterê yê li ser heman mijarê.