Dayika Şenyaşar ya ku hevjîn û du kurên xwe di encama êrişa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP’yî Îbrahîm Halîl Yildiz ya di 14’ê Hezîrana 2018’an a li navçeya Pirsûs a Rihayê jidest dayî û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di heman êrişê de bi birîndarî rizgar bibû, 9’ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabû destpêkirin, sibe wê bikeve roja 200’emîn. Karberên medya dîjîtal bal kişandin li ser daxuyaniya “Roja 200’emîn” ya ku li ser banga Saziya Azadî û Mafparêzan (OHD) Şaxa Rihayê wê sibe saet 14:00’an li ber Edliyeya Rihayê pêk bê, li ser Twitterê xebatê hashtagê pêkanîn. Karberan ku bi hashtaga #200RojJiBoEdaletê piştgirî dan têkoşîna edaletê ya malbatê bang kirin ku sibe di daxuyaniya were dayîn de malbatê bi tenê nehêlin.