Ji latan firîn…

Hevrê Rûstem Cûdî yê ji bo hevrêyê xwe hevrê, ji bo dilê wan palpişt û ji bo xemgîniya wan bişirîn, mîna her gerîlayekî Heftanînê ew jî bû heskiriyê Heftanînê. Mîna bazekê bû heskiriyê latên Heftanînê…

Kêliyeke wilo ye ku tenê yên jiyî dikarin vebêjin…

Sedsala 21’an a bû sedsala ku li cîhanê gihiştiye lûtkeya ku wateya xwe winda kiriye. Bû sedsala ku têkiliyên nava mirovan lewaz bibe, takesî û pêşketina maddiyetê ya girêdayî vê ku nirx qezen kirî. Li cîhanê em di demê welê de ne ku ti der ne ewle ye, menewyet û civakî nirxên xwe winda kiriye. Em di demê welê de ne ku hevaltî û hevrêtî dîsa têkiliyên malbatî jî li ser bingehê berjewendiyan in. Gelek cih, (cihên mirov lê hatî dinê û mezin bûyî jî) bûne cihên ji rêzê.

Gelek mirov êdî nêzî demê wilo bûne ku xwe veguherîna mirovek ji rêzê. Kehanetên ku sed salên me eleqedar dikin, wê seneryoyên felaketê pêk bên an ne? Ferdê ku di nava ewqas alozî, şer û rastiyê de winda bûyî, mirovahî, xwişk-bratî, hevrêtî wê di nava bîranînên berê de winda bibe? Her tişt qediya, wê bêjin evqas bû?

BER BI ROJÊ FIRÎN

Ev çîrok, bersiva pirsa lêgerîna hevrêtî, lehengek û çîroka gerîlayekê ye. Rûstem Cûdî ciwanekî ji Rojava ye ku di nava malbatekî welatparêz de hatiye dinê. Rûstem ê gerîlayê wêrek ê niha ye, sala 1996’an li bajarê Serêkaniyê ya Rojava hatiye dinê. Di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Ji bo hevrêyê xwe hevrê, ji bo dilê wan palpişt û ji bo xemgîniya wan bişirînek.

Ji bo gerîla dirêjî û kurtiya dem ne girîng e, ya girîng kêliya ku dilgeriyê nîşan bidî û kêliyê bijî. Gerîla Rûstem yek ji wan bû ku vê kêliyê girtibû, di demeke kin de tevkî ku li Heftanînê mabû, ew jî mîna gerîlayê Heftanînê bûbû heskiriyê Heftanîn. Mîna bazekê bû heskiriyê latên Hefanînê…

Mîna Îkarûs ê di çîrokan de. Îkarûs, tevî şîretên ‘Bi kêfxweşiya firînê xwe gihandina rojê’ bi azadiya firînê ve xwe nêzî rojê dike û di şînkahiya Behra Spî de winda dibe. Mîna Bêrîtanê ku xwe di latan de firand bêmirin bû. Rûstem Cûdî jî li Xantûrê piştî şerekî dijwar birîndar dibe, ji bo bi saxî nekeve destê mêtingeran xwe ji latan diavêje û mîna Îkarûs û Bêrîanê ber bi rojê ve difire, bi rojê re dibe ye.

BI HEVRÊYÊN XWE RE PIŞT BI PIŞT, MIL BI MIL ŞER KIR

Li heman qadê bi hevrêyê xwe gerîl Rizgar ê di şerê mezin de cih girt, bi hevrêyê xwe re pişt bi pişt, mil bi mil li diî dijmin bi saetan şer kir. Bi obus û hewanên li çep û rastên wî ketin, di nava guleyên qazanan û fîşekan ku mîna baranê li ser serê wan dibarî, bi kêliyekê ya bêdengiyê dibîne ku ne li gel hevrêyê xwe ye.

Dibîne ku ne li gel hevêryê xwe yê di şerê yekem de hêz jê girtî, bi hev hev re gelek bûyer derbas kirîn, av û nanê xwe pavekirî û mîna kevirkê pişta xwe dayiyê ye. Ne di şevekê de 50 guleyên qazanê yên li gir ketî, ne jî gule û ne jî mirinê nekarî wî ji lêgerîna hevrêyê wî bike.

Tevî tevgera zêde ya balafirên keşfê jî, dizane ku wê bê bombekirin jî dev ji lêgerîna hevrêyê xwe bernade. Encam bû çi? Kêliyeke ku yê bijî dikare vebêje… Destanekî mezin, destanekî wilo her ku bê bibîrxistin, bê zanîn, wê nirxên ku me dayîn bibîr bixe, her ku li vê dinê mirovên wiha bi rûmet henaseyê bigirin destanek wilo ye ku ti tişt naqede ye.