Ji KONGRA-GEL bang: 3'yê Adarê her kes derkevin meydanan!

KONGRA-GEL got, "Artêşa Tirk û çeteyên bi rêveberiya wê li bara berxwedana Efrînê şok bûn" û ji bo 3’yê Adarê bang kir ku her kes derkeve meydanan.

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL ji bo meşên navendî ku 3’yê Adarê ji bo Efrînê wê çêbibin bang kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Efrînê û yekîneyên parastina gel li dijî êrîşên artêşa faşîst a mezintirîn artêşa NATO’yê ya duyan ev 40 roj in bi lehengî li ber xwe didin."

‘BERXWEDANÊ ŞOK EW ŞOK KIRIN’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Artêşa Tirk û çeteyên wê digotin di demeke kurt de wê bikin ku gel koç bike û Efrînê dagir bikin li bara berxwedana Efrînê şok bûn.

Dewleta Tirk ku nekarî gelê Efrînê çavtirsandî bike û li rastî berxwedana serdemê hatî bi kuştina zarok û gelê sivîl dixwaze bigihije armanca xwe. Nexweşxane û dibistanan bombe dike û her roja ku diçe hijmara sivîlên ku dikuje zêdetir dibe, bi êrîşên hewayî gund û bajaran tine dike.

Li gel biryara agirbestê ya NY’yê dewleta Tirk a faşîst êrîşên xwe yên ser Efrînê didomîne, komkujî û hilweşandinên xwe bênavber didiomîne.

‘DIVÊ EM BIKIN KU LI SER HIKÛMETÊ BIRYARA PÊKIRINÊ WERE STANDIN’

Li bara komkujiyên dewleta Tirk ku li ber çavê dinyayê pêk tê bêdengiya dewletan didome. Ev bêdengiya dewletan a li ber berjewendiyên wan polîtîkayên wan ên dirû careke dî deşîfre dike.

Li hêla dî raya giştî û desteke dostên enternasyonalîst hêzên dide berxwedana Efrînê. Ev destek her ku diçe xurtir dibe û li hemû dinyayê belav dibe. Divê em bi xurtkirina destek ali Efrîn:ê bikin ku hikûmet û saziyên navnetewî li ser êrîşên faşîzma Erdogan biryarên pêkirinan bistînin.’’

‘3’YÊ ADARE DIVE HER KES DERKEVE MEYDANAN’

Ji bo ve jî ji bo ku zext li ser Neteweyên Yekbûyî û hikûmetan çêbibe û li dijî hikûmeta Erdogan ê faşîst bikevin tevgerê gelê me û dostên wan 3’yê Adarê li devera ku lê ne wê meşên navendî bikin."

KONGRA GEL, dawiyê wiha got:

"Li dijî faşîzma dewleta Tirk çi kesê bihîstyar be û ji xwe re dibêje,’ez mirov im’ em bang li wan dikin;

Ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê 3’yê Adarê divê kes li mal nemîne, her kes biherike qadan. Li dijî faşîzma dewleta Tirk ku dixwaze mafê jiyanê yê gelê me tine bike, zarok û sivîlan dikuje û li dijî polîtîkayên dewletan ku li vê temaşe dike, ji bo ku em dengê xwe bilind bikin divê em weke çemekî biherikin meydanan."