Ji Hewlêrê piştgiriya ji bo Efrînê

Li Hewlêrê, gelek rêxistinên ciavkî yên sivîl bi hev re daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Hewlêrê li Navenda Rêxistinên Civakên Sivîl daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Nûnerê rêxistinan Sîrwan Gerdî daxuyanî da û banga yekîtiyê li gelê Kurd kir. Gerdî got, "Mixabin gel û axa Kurdistanê dibin qurbanê hevrikiya siyasî ya dagirkeran û welatên cîran. Gelê Kurd divê li dijî dijminan bibe yek û bi yek deng û yek helwestê tevbigere."

Gerdî diyar kir, eger êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dewam bikin wê li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyê girseyî li dar bixin.