Ji her qada civakê mirov ji bo bernamzetiyê serî li HDP'ê didin

Gelek kes ji bo nametiya HDP'ê serî li partiyê didin. Bernamzetên HDP'ê gotin, HDP baxçeyê gelan e û çima wan tercîha xwe li ser HDP'ê kirine vegotin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hefteya bihurî  maratona ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê bi fermî da destpêkirin. HDP bi komisyona qebûlkirinê ya ku ava kirî di navbeyna 28'ê Nîsanê û 8'ê Gulanê de hewl dide ku serlêdanên bernamzetiyê binirxîne. Serlêdan li Kurdistanê li Amed û Wanê têne qebûlkirin. Heta niha bi  sedan kesî ji bo bernamzetiyê serlêdana xwe kiriye û serlêdan 8'ê Gulanê diqedin.  Endama Meclîsa Partiyê û Koordînasyona Jinê Nuran Îmîr got bê ka çima bernamzet HDP'ê tercîh dikin.

XEBAT LI HERÊMAN HATINE DABEŞKIRIN

Îmîr got wan ji bo ku ji hêla teknîkî ve pêvajoyê bidin lezandin serlêdan li herêman dabeş kirine û 6 herêm hatine diyarkirin. Li Kurdistanê li Amed û Wanê û li Çukurovayê navend hene. Îmîr diyar kir ku her wiha li Stenbol, Enqerê jî serlêdan têne qebûlkirin. 

'GELEK JINAN JÎ SERLÊDAN KIRINE'

Îmîr got ciwan pir serlêdanan dikin û yên ku ji bo bernamzetiyê serî li wan didin bi piranî ne ji bo bernamzetiyê lê rasterast bi pêvajoyê re têkildar ji bo ku li dijî tifaqên li dijî Kurdan û hêzên demokrasiye hewlwesta xwe diyar bikin, bi berpisyarî rabin serî li wan didin. Îmîr got heta niha ji bajarên mîna Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Çewlik, Kilîsê û herêmên dî gelek kesan serlêdana xwe kiriye û yên ku temenên wan di navbeyna 18-40'î de pir in. Îmîr her wiha got gelek jinan jî serî li wan daye.

'PROFÎLEKE RENGÎN HEYE'

Îmîr li ser profîla bernamzetan jî got,"Hevaleke me ya jin ku dema qedexeya derketina li Sûrê heta roja dawî li gel zaroka xwe mayî serlêdana xwe kir. Di qada ked û hiqûqê de gelek kes serlêdanê dikin. Mîmar û doktor jî. Ji rêveberiya partiyê jî heval serlêdana xwe dikin. Profîleke me ya rengîn a bernamzetan heye, ku ji dînamîkên cuda yên civakê tên. Berpirsyariyeke zêde dikeve  ser jin û ciwanan."

Îmîr bang kir ku jin zêdetir divê vê mijarê de bi israr bin û ‘ruspî' jî dive xwe tevlî nav vê pêvajoyê bikin.

'DIXWAZIM TIŞTEKÎ JI BO AŞTIYÊ BIKIM'

Mamastoyê zimên Sînan Çinar ku ji Sîwerekê ya  Rihayê serlêdana xwe kirî got ji bo ku bawer dike ku her kes wê ji bo aştiyê kedê bide xwe di ber bernamzetiyê re kiriye.  Çinar got, "Ji ber ku ez bawer dikim ku ev bar ne tenê yên hin mirovan e ez bûme bernamzetê HDP'ê. Heke bibe qismet tişta ku ji dest min were ez ê bikim. Hinekî kelecanî me, em dikevine azmûnên cuda lê ev hîseke cuda ye."

JI BO KU DENG BIDE ZINDANAN

Remziye Tosun ku dema qedexeya derketina derve ya Sûrê bi zarokê yê pêçekê heta roja dawî li qadên xwerêveberiyê bû, got, "Ez 20 salan li Sûrê mam. Piştî ku cihê ku em lê dijiyan bi tang û topan hate hilweşandin ez û keça xwe ya 4 mehî Bêrîtan avêtin zindanê. Salek û nîvê em li zindanê man.  Li zindanê min rastiya jinê û hişmendiya azadiyê fêhm kir. Ji bo ku ji hevalên xwe yên zindanê re bibim deng min serlêdana xwe kir."

'LI CEM HDP'Ê HER KES WEKE HEV E'

Nurettîn Turgay jî ku serlêdana xwe kiriye got piştî ku li Zanîngeha Dîcleyê, li Fakulteya Îlahiyatê Profesorî kiriye, malişîn bûye û sedema ku xwe di ber bernamzetiya HDP'ê re kirî wiha got: "Ez ehlê dîn im. Di Quranê de Xwedê dibêje, 'Elhemdilllahî Rabil Alemîn'. Maneya wê jî, 'Xwedê Xwedayê her kesî ye'. Yê Misilman û ne Misilmana ye, ê Êzîdî, Sûryan, Ermen, Elewî, Kurd, Tirkan e. HDP jî van ji hev veneqatîne, wekhev dibîne û ji bo vê jî min serlêdana xwe li HDP'ê kir. Ji ber vê sedemê min HDP pir nêzî xwe dît û xwest ku di nav vê partiyê de cih bigirin. A bixêr."

BAXÇEYÊ GELAN

Teknîsyenê Mekîneyan ê Teqawîtbûyî Selam Tutumlu jî got, "Navê HDP'ê li ser e; ji bo ku mîna baxçeyê gelan e, hemû reng û gel û baweriyan di nav xwe de vedihewîne ez bûme bernamzet."