Ji Heftanînê heta Wanê şer: Herî kêm 12 leşker mirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji Heftanînê heta Xakurkê bi sûîkast û sabotajê herî kêm 12 leşkerên Tirk hatine cezakirin û li Sêrt, Bedlîs û Şirnexê jî şerên giran çêbûye. Li Ebexê jî çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji 29’ê Hezîranê heta 21’ê Tebaxê li herêmê gerîlayan gelek çalakî li dar xistine û şerên giran çêbûne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di hin çalakiyan de hejmara leşkerên ‘hatine cezakirin’ nehatiye tespîtkirin û diyar kir ku bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 leşkerên dijmin hatine cezakirin.

LI QADA PARTÎZANÊ SÛÎKAST: 2 MIRÎ

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 21’ê Tebaxê de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de hêzên me li Girê Qesroke yê qada Partîzanê li dijî leşkerên Tirk 2 çalakiyên sûîkastê li dar xist. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

LI XAKURKÊ LI KONVOYÊ HATE XISTIN: 10 LEŞKERÊN TIRK MIRIN

Di 21’ê Tebaxê de di destê sibehê de dema konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li herêma Xakurkê ji Girê Kevorte ber bi Girê Lêlikanê diçû, hêzên me ev konvoy xistine bin kontrola xwe. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di heman rojê de saet di 10.30’an de bi sabotajê li konvoya dijmin xistiye. Di konvoyê de wesayîta zirxî ya Reo hate îmhakirin, bi qasî ku hate tespîtkirin 10 leşkerên Tirk hatine cezakirin. Di dema çalakiyê de pêşmergeyê bi navê Nevrat Reşî dema çû alîkariya leşkerên Tirk, bi êrîşa leşkeran bi giranî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê qad bomberdûman kir û 3 caran mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxist.

LI GEVERÊ LI KAMERAYÊN MOBESEYÊ HATE XISTIN

Di 17’ê Tebaxê de saet di 07.00’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li Geliyê Doskî yê Gevera Colemêrgê li kamerayên mobeseyê da. Di vê çalakiyê de kamerayên mobeseyê hatin îmhakiri.

LI ŞÎRWANÊ PÊNC ROJAN ŞER: 2 GERÎLLA ŞEHÎD BÛN

Di 23’ê Tîrmehê de li qada Geliyê Bombat a Şîrwana Sêrtê di navbera yekîneyeke me û leşkerên artêşa Tirk a dagirker şer çêbû. Ev şer 5 rojan domiya û derbên xurt li artêşa Tirk hate xistin. Rêhevalên me Zinar û Egîd heta fîşekên xwe yên dawîn li ber xwe dan û piştî şer şehîd bûn. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre were eşkerekirin.

LI BEDLÎSÊ DI ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DE 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di 11’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê operasyoneke dagirker da destpêkirin û şer çêbû. Di vî şerê du rojan de artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwar û piştre bi balefirên şer qad bomberdûman kir. Di vê bomberdûmanê de rêhevalên me yên qehreman Kendal, Asmîn û Amara şehîd bûn. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre were eşkerekirin.

LI KATOYÊ ŞEREKÎ GIRAN

Di 17’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Marînos a Elkêya Şirnexê operasyoneke dagirker da destpêkirin. Di heman rojê de di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk jî şerekî giran çêbû. Di van şeran de rêhevalê me Demhat piştî şerekî bi qehremanî şehîd bû. Di van şeran de hejmara leşkerên hatine cezakirin û birîndarkirin nehate tespîtkirin.

LI BAZÎDÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ: TIŞTEK BI GERÎLAYAN NEHAT

Di 19 û 20’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer qada Demîrkapi ya Bazîda Agiriyê bomberdûman kir. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehat. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyaya şerê taybet diyar kir ku gerîla şehîd bûne lê ev tişt derew e. Ev daxuyaniyên dewleta dagirker di çarçoveya şerê taybet de ye û tu eleqeya wê bi rastiyê tune.

LI EBEXÊ LI DIJÎ DAGIRKERAN ÇALAKÎ

Roja 29’ê Hezîranê, hêzên me bi şêweyek bi bandor li leşekên ku xwestin li tepeyê derdora gundê Pira Erdê ya girêdayî Ebexa Wanê cih bibin û wesayîta leşkerî ya ku kontra dihilgirtin xistine. Wesayît hate derpkirin lê hejmara dijminên hatîn cezakirin û birîndarbûyî nehate zelalkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîne. Agahiyên li ser êrîşên hewayî wiha ne;

-Roja 19’ê Tebaxê seat 23:30’ê şevê û roja 20’ê Tebaxê seat 10:30’ê nîvro, balafirên şer qada Sinînê ya girêdayî herêma Xakûrkê 6 caran bombebaran kiriye.

-Roja 21’ê Tebaxê di seat 10:30’ê nîvro de qada Karker a girêdayî herêma Zapê û seat 10:45’an jî qada Saca bombebaran kiribû. Heman rojê balafirên şer di seat 15:20’an de derdora ava Zapê bê ket û ber bombebaran kir. Di encama vê bombardûmanê de li zeviyê şewat derketiye û hîn dom dike.

-Roja 21’ê Tebaxê ji seat 21:30 heta 22.:30’an artêşa Tirk a dagirker bi helîkoptera Kobra qadên Canmeda, Bircela û Şifreza yên girêdayî herêma Zapê bê ket û ber bombebaran kiriye.

Di van hemû êrîşên hewayî yên hatî kirin de bi tu şêweyî tiştek bi hêzên me nehatiye.