Ji girtiyên li Şinexê protesto: Derneketin hevdîtinê

Girtiyên li Şirnexê, ji bo binpêkirina mafan protesto bikin derneketin hevdîtinê.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, îro deneketin hevdîtina girtî. Girtiyan ji bo balê bikişînin li ser ne herikîna avê, ne dayîna dezenfekte û kel û pelên paqijiyê, ji bo daxwaznameyên ku dayîn bên nirxandin û pirsgirêkên weke hevdîtinên bi îdareyê re, derneketin hevdîtinê.

Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Şirnexê Hasan Ozguneş û endamên MED TUHAD-FED’ê serdana malbatên girtiyan kirin. Ozguneş ê ku bi rêveberiya girtîgehê re civiyayî, di derbarê hevdîtinê de agahî dane malbatan.