Ji 'generalên biçûk' ên Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da

Ji 'generalên biçûk' ên zanyarê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) Yilmaz Yakût (Kalo) ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da.

Yilmaz Yakût (Kalo) ku Apê Mûsa ew weke 'ji generalên min ên biçûk' pênase dikir, yek ji belavkarên rojnameyê bû.

Kalo demeke dirêj ji ber kanserê dihate dermankirin, lê vê Yekşemê jiyana xwe ji dest da.

Kalo li gel zextên giran ên dewleta Tirk di salên 1990'î de rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dikir.

Di wê demê de ku bi dehan xebatkarên medya Kurd hatin qetilkirin, Kalo bi belavkirina rojnameyê bûbû yek ji sembolên çapemeniya azad.