Ji Fermandariya Biryargeha NPG'ê daxuyaniya 15'ê Sibatê

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) salvegera 23'an a 15'ê Sibatê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'bi hêrs û tund' şermezar kir.

Fermandariya Biryargeha NPG'ê di daxuyaniya niviskî de got, "Em gelê Kurd û tevgera azadiyê, 15'ê Sibatê Komploya Navneteweyî de ya li ser Rêbertiya me, ku em  her tiştê xwe deyndarê wî ne, bi hêrs û tundiyeke mezin komployê di salvegera 23'yan de şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî dorpêça komploya navneteweyî em hemû şehîdên xwe ku bi pêşengiya fedayiyên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' ji her beşên civakê li dora Rêber Apo bûne xelekek ji êgir û bersiva herî mezin dane komplogeran û ev 23 sal in li ser vê xetê dimeşin û bi hurmet û minet bi bîr tînin."

NPG'ê bi berdewamî wiha got: 

''Hişmendiya Ittîhat Terakkî û şûnmayê wê rejîma dewleta Tirk li dijî gelê Kurd, ji Sibata 1925'an û wir ve siyaseta îmha û înkarê ya giran û sîstematîk kiriye. Ev siyaeta înkar û îmhayê ji Plana Şark Islahatê bigirin di gelek komkujiyan de yên li ser gelê Kurd, bi rengê êrişa qirkirinê ya berfireh dom kiriye. Lê rabûna dîrokî ya Rêber Apo û rêxistina meşa azadiyê ya bi rengê PKK'ê  û kirî halê têkoşînê dîroka bêqidoş a dîroka Kurdan berevajî kiriye.

Têkoşîna destanî ya Rêber Apo ji dorpêça qirkirinê ya li ser Kurdan û di bin kêra qirkirinê de jiyîna wê re gotiye, raweste. Lê hêzên hegemonîk ên navneteweyî ku bêstatûbûn, bênasnamebûn, asîmîlasyon û bi qirkirinê ji esl û feslketina gelê Kurd rewa dîtî û qerdiyanê van hêzên hegemonîk rejîma dewleta Tirk, ti caran vejîna neteweyî ya gelê Kurd û şerê rizgariyê qebûl nekiriye, bi asta cîhanî Komploya 15'ê Sibata 1999'an rêxistiye. Komploya 15'ê Sibata 1999'an ku asta herî bilind a êrişên qirker ên li ser gelê Kurd e, weke 'Roja Reş' û 'Roja Qirkirina Kurdan' hatiye binavkirin, di bîra gelê me de hatiye kolan, bûye sedema kîn û hêrseke mezin û ti caran ev qebûl nekiriye.

Di wan şertan de ku ti vîna mirovî nikare ragire Rêber Apo 23 sal in helwesteke bêhempa û dîrokî ya mirovî nîşan daye. Ev berxwedana destanî ya Rêber Apo û pêşbîniya wî ya zêde, ev komplo pûç kiriye. Gelê me û tevgera me ku ji berxwedan û helwesta Rêbertiya me, ji îdolojî û paradîgmayê sûd wergirtî, li ser xeta Apoyî têkoşiyaye û xweziya komplogeran di gewriya wan de hiştiye. Di van 23 salên dawî de ne ku tenê komplo hatiye pûçkirin, xeta Apoyî ku di hedefa komplogeran de ye bêhtir zelal û tûj bûye, biryardarî û azweriya têkoşînê ya milîtanên Apoyî mezintir bûye, dilsoziya gelê Kurd a bi Rêber Apo hatiye asta herî zêde û tevgera Apoyî ketiye serdema xwe ya herî xurt.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî  di vê pêvajoya dawî de lehengiyên mezin ava kirine, van salên dawî bi geşkirina Gerîlayên Modernîteya Demokratîk, hewl daye stratejiya Şerê Şoreşgerî yê Gel pratîk bike. Di salvegera 23'yan a komploya navneteweyî de, 10'ê Sibatê bi êrîşa ser Garê, rejîma AKP-MHP xwestiye di komployê de gaveke nû biavêje, lê berxwedana bi pêşengiya fermandarê me yê leheng Şoreş Beytûşşebap derba herî mezin li artêşa Tirk hatiye xistin, artêşa Tirk derbeke dîrokî xwariye û Serfiraziya Mezin a Garê hatiye nivîsîn. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 2021'ê b rihê fedayî yê Apoyî yê Şoreşan şer kriiye, armanca komploger û dewleta TC'ê pûç kiriye û têkoşînek ku derbasî dîrokê bûye, nivisiye.

Her şervan û fermandarê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ku bi berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê pêşengiya pêngava 'Dema Azadiyê' dike, wê vê pêngavê bibe serî û Komploya Navneteweyî bi tûmî parçe bike û bişkîne. Ji ber vê, bêyî dudiliyekê, bêyî ku ji xeta jiyanê ya Apoyî tawîzan bide, bi azaweriyeke mezin, bi bawerî û rihê fedayî wê li peywirên xwe yên demê xwedî derkeve.

Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, bi vê îdîa û baweriyê, bi zîrektiya bicihanîna xeta Şerê Şoreşgerî yê Gel, bi pratîkkirina gerîlatiya profesyonel di têkoşîna parçekirina dorpêça qirkirina li ser Kurdan û bi pêkanîna gihaştina fizîkî ya Rêber Apo, biryardariya xwe ya bilind ku em peywir û berpirsyariya dikeve ser me bi cih bînin, li dijî komployê di sala 24'an a têkoşînê de serketina mezin ji hemû hevrêyan, dostên têkoşer û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin."