Ji endamên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ên hatibûn girtin, 2 jê hatin berdan

Ji endamên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ên 10’ê Hezîrana 2021’ê ji aliyê hêzên PDK’ê ve li Balafirgeha Hewlêrêr hatibûn destgîrkirin, 2 endamên PDY’ê hatin berdan, lê endamê Rêveberiya Xweser hê jî girtî ye.

Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê di 10’ê Hezîrana 2021’an de dema saet di 03.00’an de diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di derbarê sedema girtinê de heta niha rayedarên PDK’ê tu zanyarî nedabûn PYD’ê û rêveberiya xweser. Her wiha daxwazên hevdîtinê jî nehatibûn pêşwazîkirin.

Piştî 50 rojan Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan.

Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen bêyî ku tu hincetek were nişandan, nehat berdan.

Li gorî agahiyên ku Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ya Herêma Kurdistanê dane, di dema girtinê de tu tawanbariyek li ser herdu endamên PYD’ê nehatiye îspatkirin û bêyî ku derxînin dadgehê hatine berdan.

Nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku wan xwestiye fêr bibin ka çima endamê wan Cîhad Hesen nehatiye berdan. Lê bersivek ji wan re nehatiye dayîn.