Ji Dersimê heta bi Zapê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Dersim, Sêrt û Zapê çalakî kirin. Artêşa Tirk ku derbên giran ji gerîla xwarin, dîsa sûcê şer kir û çeka kimyewî avêt.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyeke niviskî da. 

HPG'ê di daxuyaniya xwe de cih da van agahiyan:

''22'yê Gulanê li Dersim Ovacikê li nêzî Kûleya Gayret Baba hêzên me ji nêz ve derb li wesayita kontrayan dan. Di çalakiya serkeftî de 2 kontra hatine cezakiri û derb li wesayita van kontrayan hatiye xistin.

Bi çarçoweya Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê;

8'ê Îlonê li navçeya Berwarî ya Sêrtê li herêma Çiyayê Herejıolê li qada Şehîd Berxwedan, dema ku yekîneya xef a artêşa TC'ê ya dagirker kemîn danî, hêzên me ew kirin bin kontrola xwe. Piştre saet 18:20'an bi taktîka ketinnavê hêzên me ji nêz ve derb li wan dane. Di encama vê çalakiyê de bi kêmanî 1 dagirker hatiye cezakirin, 1 dagirker birîndar bûye. Artêşa TC'ê ya dagirker ku demeke dirêj nekarî mudahele li qadê bike, 9'ê Îlonê berê sbiehê bi helîkoptêrê windahiyên xwe rakirine.

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Zapê;

11'ê Îlonê saet 09:20'an dagirkerêan xwestin ku li rêza çiyayên Cîloya Biçûk bi cih bibin, hêzên me bi çekên giran ew kirine hdef. Bi vê çalakiyê re dagirkeran dawî li xebata çêkirina mewziyan anîne.

Li Qada Berxwedanê ya Girê Sor;

Artêşa TC'ê ya dagirker ku li bara berxwedana dîrokî ya gerîlayên me nekarî bi pêş ve biçe û li bara vîna Apoyî şikestî, carek dî serî li rêbazên şerê qirêj daye. 28'ê Tebaxê sûcê şer kiriye, li Qada Berxwedanê ya Girê Sor gazên kimyewî avêtiye, û di encama vê êrîşa alçaxî ya artêşa TC'ê ya dagirker de hevrêyekî me şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me yê şehîd piştre bi raya giştî re wê were parvekirin.

Qada Berxwedana Werxelê ya Herêma Avaşîn;

9’ê Îlonê ji saetên sibehê heta saet 23:40’î yên şevê artêşa TC’ê, li qada Berxwedanê ya Werxelê 8 caran bi teqemenî û gaza jehrî bombe kirin. Piştî bomberdûmanê di navbera berxwedêrên qada Werxelê û dagirkerên ku xwestin bikevin qadên berxwedanê şerek dijwar rû da. Di encama berxwedana ruhê fedayî ya bilind a hêzên me de dagiker nekarîn bi pêş ve bên.

Artêşa TC a qada berxwedanê bi dijwarî bmbe dike, 10’ê Îlonê ji saetên sibê ve bi sûcê şer dike û bi dijwarî gazên kîmyewî bikar tîne. Saet navbera 02:10-02:45’an 4 car bi teqemeniyan Qada Berxwedanê bombe kirin. 11’ê Îlonê saetên sibê jî dubare gazên jehrî bikar aniye.

9’ê Îlonê saet navbera 19:30-22:00’an û 10’ê Îlonê saet navbera 22:00-00:00’an helîkopter li xeta Qaşûra ya herêma Metîna bê navber firiyane. 9 û 10’ê Îlonê di saetên şevê de li gel derdorî gundê Deşîşê, Êdinê û Serarû yên girêdayî bajarokê Kanî Masî ya Amêdiyê û deverên Kela Qûmriyê û Koordîne bi helîkopteran hatine bombekirin.

9’ê Îlonê saet navbera 18:05-18:10’an balafirên şer gundê Şiyê ya girêdayî bajarokê Dînartê ya navçeya Akrê bombe kiriye.

10’ê Îlonê saet navbera 20:20-22:30’î balafir li qadên Mervanos, Tabûr Ereban, Girê Spî, Girê Sor, Girê Silêman geriyane. Heman saetan helîkopteran bombe li Girê Şehîd Întiqam, Geliyê Basya, Girê Lanet û qontara Girê Qartal barandiye.