Ji dadgeha Elman cezayê 'Efrînê'!

1000 Euro cezayê pereyan dane aktîvîstê Kurd Ahmet Çakmak ku li Munchenê tevlî çalakiya şermezarkirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bûbû.

Dewleta Elman ku li bara êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê bêdeng mayî, dema hewldana dagirkeriyê bi destûrdana bikaranîna tangên 'Leopard' yên Elman destûr dayî rejîma Erdogan niha jî ji ber protestoyên dagirkirina Efrînê cezayê li Kurdan dibarîne.

Nexasim li Eyaleta Bayernê ku yasayên 'dewleta polîsan' lê têne bicihanîn, polîs, dozger û dadger a xew dikin yek û aktîvîstên Kurd û dostên wan krîmînalîze dikin. Van demên dawî li Eyaleta Bayernê cezayê ji ber parvekirina alayên YPG-YPJ'ê yên li ser medyaya civakî zêde bûne, li gel vê dadgeha Munchenê mohra xwe li ser biryareke bi hetîketiyê danî. Dadgehê, ji ber axaftinên Ahmet Çakmak, ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirî û pişta gelê Efrînê girtî bi 1000 Euroyî ceza kir. Dadgehê biryara xwe sparte qedexeya ser PKK'ê ku ji 1993'yan ve li dar e.

'BEYANNAMEYA MAFÊ MIROVAN DI SER GUHÊ XWE RE DAVÊJIN'

Ahmet Çakmak ê ku ji ANF'ê re axivî got, heke dadgeh xwedî li vê biryarê derkevin ew ê dozê bibin DMME'yê.

Çakmak bal kişande ser azadiya raman û derbirînê ku di serî Beyannameya Mafê Mirovan mîsoger kiriye û Elmanya jî ev qebûl kiriye û got, ''Lê reng e ku dadgeha Elman dema ku mijar Kurd bin vê beyannameyê di ser guhê xwe re davêjin.''

Çakmak got biryara dadgehê siyasî ye, çi têkiliya xwe bi hiqûqê re nîn e û got, ew ê tim nehiqûqiyan bîne ser zimên.

Çakmak ku dema li Zanîngeha Erzînganê rêveberiya Komeleya Xwendekaran a Azad dikir ji ber cezayê girtîgehê daxwaza penaberiya siyasî li Elmanyayê kirî got, ''Ji ber ku li Tirkiyê azadiya ramanê û derbirînê nebû daxwaza min a penaberiya siyasî qebûl kir. Lê niha Elmanya ji ber ku min ramana xwe diyar kiriye cezayê dide min.''

BAYERNÎ GUH NADIN QEDEXEYAN!

Dadgeha Munchenê beriya bi çend rojan bi hincta ku alaya YPG'ê hildaye 4400 Euro cezayê pereyan da nûçegihan Enselm Schîndler.

Yekîneyên emniyetê yên Munîhê, lînka nûçeyaeke qenala televizyon-radyoyê ya deletê ya Bayerîscher Rundfunk (BR) têkilî stranbêj Johanes Konîg lêpirsînek bi hetikî da destpêkirin.

Lê li gel zext û lêpirsînê polîsên Bayernê, ku li Elmanya herî pir rêveberiya Bayernê xwedî rêveberiyeke muhafazakar û rastgir e, desteka li YPG/YPJ'ê ya şêniyên eyaletê, ji hêla yekîneyên polîsan ve jî hatibû vegotin. Polîsên Munchenê di beşê ''sûcên-biyanî yên bi motîfên siyasî' de, parvekirina alayên YPG-YPJ'ê yên li ser hesabên medyaya sosyal bandor li Elmana jî kiribû.