'Ji bo ziman raperîneke çar parçeyî lazim e'

Di Komxebata Zimanê Kurdî ya li Zanîngeha Koye de mamoste Hemîd Dilbihar bal kişand ser rewşa ziman a li Bakurê Kurdistanê û got, ji bo ziman ji qirkirinê rizgar bibe, pêwîstî bi raperîneke giştî heye.

Di panela yekem de mamoste Hemîd Dilbihar qala êrîş û qirkirina li ser ziman û siyaseta tinekirina ziman a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir.

Mamoste Hemîd Dilbihar got, "Rewşa ziman li Bakur rewş pir girane. Divê pêşî li vê siyasetê bê girtin. Dewleta Tirk bi rêbazên taybet êrîşî ziman û Kurdan dike. Hemû xebat li ser qirkirina Kurdan û zimanê wê tê kirin. Tim kurd hatine înkarkirin.

Bi derketina Tevgera Azadiyê ya Kurd re hinek xwedîderketin li ziman çêbû. Li gel vê jî êrîş zêde bûn, zext û qedexe pêk hatin.

Qirkirinek mezin li ser ziman tim di rojevê de ye. Dema vê dike dewleta Tirk bi ziravî kar dike. Yek ji van rêbazan jî dersa bijarî, vekirina qenaleke tv ye. Li gel vê qedexe li ser ziman heye, bênavber ziman, stran û çanda Kurdî tê qedexekirin.

Di her warî de zext heye, weşanxane, kes, nivîskar, rojnamevan tê girtin û serkutkirin.

Eger berxwedaneke ku têra çareseriyê dike neyê kirin, eger serîrakirinek, raperînek çar parçeyan ji bo ziman neyê kirin, wê ziman ji vê rewşê rizgar nebe."

Azad Baxewan jî li ser rewşa ziman a li Kerkûkê axivî û got: "Ji ber siyaseta rejîman a li Kerkûkê rewşa ziman a li herêmê xetertir bibe. Divê girîngiyeke mezin ji bo ziman bê dayîn. Ziman netewe ye, girînge em hemû ji bo ziman kar bikin. Ziman em ji qirkirinê rizgar kiriye."

Mamoste Viyan Cûdî endama zankoya Kobanê jî rewşa ziman li rojava nirxand: "Ev çend salên dawî zimanê Kurdî li Rojava fermî bûye. Demekê dirêj perwerdeya ziman bi dizî hate kirin û birêve birin. Şoreşa rojava bû şoreşa ziman jî, xweperwedekirin û mamoste hate perwerdekirin. Sala 2013-2014 perwerde baştir bû û weke dibistan hatin dayîn. Bi îlana rêveberiya xweser re perwerde bi temamî bi Kurdî hatin amadekirin, ders hatin dayîn.

Her netewe û pêkhate bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne. Di nava deh salan de bi sed hezaran xwendekar bi Kurdî dest bi xwendinê kirin."