Ji bo Sûr û Hefkîfê banga çalakiyê

Ji bo Sûrê û Hefkîfê 28’ê Nîsanê li gelek navendan û Amedê wê çalakî werin kirin

Berdevkê Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na Talat Çetînkaya ji bo Roja 28’ê Nîsanê Çalakiya Global ya Sûr û Heskîfê bang kir û got: “Em bang li her kesî dikin ku xwedî li malovaniya şaristanî û mirovahiyê Sûr û Heskîfê derbikevin û bibin hawara her du bajarên kevnar e.”

Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na, Hewldana Jiyandina Heskîfê, Platforma Piştevaniya bi Sûrê re ya Stenbolê û Hewldana Munzur Azad Biherike têkildarî Roja Çalakiya Kurewî ya ji bo Heskîfê û Sûrê ya dê di 28’ê Nîsanê de bê lidarxistin, civîn çapemeniyê pêk anî. Civîn li avahiya Odeya Avahîsazan a Amedê pêk hat û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û CHP’ê beşdarî civînê bûn.

Hevberdevkê Platforma Sûrê Talat Çetînkaya xwend. Daxuyaniya Platformê wiha ye:

"Di encama nîqaşa me de ku me bi sazî, dezgeh, kesayet, platform û însiyatîfên bi rêzdarî nêzîkî dîrok, civak û xwezayê dibin re kiriye, di ‘28’ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî Yên Sûr û Heskîfê’ hatiye îlankirin, di roja 28’ê Nîsanê de dê li nêzî 20 welatan çalakî û xwepêşandanên hemwext bên lidarxistin.

Di van çalakiyan de bi dirûşmên ‘Bila qedexeyên li Sûrê bên rakirin, Sûr bijî, welatiyên Sûrê vegerin malên xwe!’

Ji bo em daxwazên xwe bînin ziman di 28’ê Nîsanê de li Tirkiye û 20 welatan û çend navendên ku me destnîşan kirine gelek hunermend, nivîskar, Tevgerên Ekolojî û Hawirdorê, Tevgerên Bajaran, Rêxistinên Jinan, Saziyên Sivîl, Platform, Însiyatîf û Partiyên Siyasî, Sendîka, Rêxistinên Pîşeyî û Odeyên hestewar hatine vexwendin û çalakiyên cihêreng ên cûr bi cûr dê bên lidarxistin.

‘JI ÇANDA HEZAR SALAN DIJBERIYA XWE BIDIN NÎŞANDAN’

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li cihê lê dijîn beşdarî van çalakiyan bibin û xwedî li bajarên kevnar Sûr û Heskîfê yên li kêleka Çemê Dîcleyê bi hezaran salan malovanî li mirovahiyê re kirine, derkevin. Ev bajar mîrateya hevpar a mîrovahiyê ne û aydî herkesî ne. Ji ber vê yekê hemû kesî eleqedar dike. Ji bo pêşiya wêrankirin, hilweşandin, cihguherandin û firotina van bajaran bigirn em bang li her kesî dkin ku bi berpisyarî tevbigerin û xwedî li van bajaran derkevin. Bi van hest û ramanan em bang li her kesî dikin ku beşdarî çalakiyên ku di 28’ê Nîsanê de pêk bên bibin û bibin dengê van bajaran. Em di wê baweriyê de ne ku gelek kes li dijî hilweşandina van bajaran e. Rê û rêbaza rewa û demokratîk a ku dijberiya xwe nîşan bidin xwedî derketina li hawara Sûr û Heskîfê ye.

‘BIBIN HAWARA SÛR Û HESKÎFÊ’

Di 28’ê Nîsanê de em, pêkhateyên me û saziyen hestewar, ji bo xwedî bajarên kevnare Sûr û Heskîfê derkevin li Amedê hin çalakiyan li dar bixin. Çalakiya ewilî pêşniyar û daxwazên welatiyên Sûr û Heskîfê, kesên pispor û yên dildarê van bajaran, li ser rewşa rojane ya van herdu bajaran, komkirine bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re aşkera bikin. Daxuyanî seat di 12.00’an de dê li ber Ulucamî ya Sûrê bê dayîn. Piştî daxuyaniyê bi hunermend û heyeta ji derve hatine re biçin taxên Alî Paşa û Lale Bey ên ku veguherandina bajar lê didomin û li wir lêkolînê bikin. Di seatên êvarêde jî li Sûrê helbest û muzîk bên guhdarkirin û belgesl bê pêşandan.

Hilweşîna çandî, ekolojîk, polîtîk û dîrokî ya li Sûr û Heskîfê rawestînin! Em bang li her kesî dikin ku bibin hawara Sûr û Heskîfê.”