'Ji bo serlêdana Rêber Apo neyê qebûlkirin, PDK'ê name ji Dadgeha Romayê re şand'

Sozdar Avesta diyar kir ku komplo operasyoneke NATO'yê ye û armanc jî qirkirina gelê Kurd e. Sozdar Avesta bal kişand ser rola PDK'ê ya di komployê de û got, "Ji bo serlêdana penaberiyê ya Rêber Apo red bike, PDK'ê nameyek ji Dadgeha Romayê re şand."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, li ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji Çira TV re axivî. Hevpeyvîna ku di 'Bernameya Taybet' de bi Sozdar Avesta re hate kirin wiha ye:

'KOMPLO LI DJÎ FIKRÊ AZAD Û ÎRADEYA AZAD HATIYE KIRIN'

Komploya navneteweyî dikeve sala 24'an. Gelek dewlet tevlî komployê bûn. Armanc ji vê komployê çi bû?

Beriya her tiştî hêzên ku tevlî komploya navdewletî bûn hemûyan bi tundî şermezar dikim û şehîdên me yên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li ber komployê bi rengekî fedayî rabûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Bi wesîleya rojê bexwedana Rêber Apo ya 23 salan a li Îmraliyê silav dikim, hezkirin û hesreta xwe pêşkêş dikim. Komploya li dijî Rêber Apo hate kirin, destpêkê di navbera dewletan de beriya bi salan hatibû plankirin. Hîn di sala 1990'î de bi hilweşîna sosyalîzma reel re sîstema modernîteya kapîtalîst xwest ku planên xwe bi navê 'Projeya Rojhilata Navîn a Mezin' li Rojhilata Navîn pêk bînin. Têkoşîna azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo piştî salên 1990'î bandor li tevahiya herêmê kir û gelek tevlîbûn li nava refên azadiyê çêbû. Wê demê hêzên navneteweyî dixwestin ku dewleta Tirk a endamê ANTO'yê hîn bêhtir tevlî planên dagirkeriyê yên li Rojhilata Navîn bikin. Ji bo dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin ev komplo plan kirin. Komplo operasyoneke NATO'yê ye, Rêber Apo jî bi vî rengî rave dike. Di komployê de Emerîkayê serkêşî kir, Îsraîlê karê îstîxbaratê kir, Îngilistanê plansazî amade kir, welatên Ewropayê jî bi nedana penaberiya siyasî û qedexekirina welatên Ewropayê di komployê de cih girtin. Bi taybetî rola Yewnanistanê tê zanîn. Rûsya jî di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevlî komployê bû.
Ev dewletên navborî çima bûn yek, armanca komployê çi bû? Her dewlet ji bo berjewendiyên xwe yên li herêmê, ji bo karibin planên xwe yên demdirêj pêk bînin bûn yek. Mînak berjewendiyên Emerîka, Îngilistan û Îsraîlê yek bû. Bi taybetî ji bo Îsraîlê biparêzin û li herêmê rêxistiniyeke bi xwe ve girêdayî ava bikin, xwestin ku PKK'ê ji dewrê derxînin. Planên wan li ser Kurdan hebûn û ji bo Kurd azad nebin û Kurd nebin xwedî îrade li dijî Kurdan komplo kirin, xwestin Kurdan di bin zexta qirkirinê de bihêlin. Berjewendiyên dewletên din jî hebûn, mînak Rûsya wê demê di nava krîzeke giran aboriyê de bû. Ji bo bi dewleta Tirk re têkiliyên aboriyê dayne, ji bo aboriya xwe rizgar bike û di heman demê de dewleta Tirk bi xwe ve girê bide tevlî komployê bû. Yewnanistan bi dewleta Tirk re xwedî nakokiyên demdirêj bû, pirsgirêka Qibrisê hebû, pirsgirêka Egeyê hebû, di şexsê Rêber Apo de xwest Kurdan bike qurbanî û pirsgirêkên navbera xwe çareser bike. Yekîtiya Ewropayê ji xwe bi salan pirsgirêka Kurd taloq dikir, li çareseriyê nedigeriya. Yekîtiya Ewropa -ku wê demê Îngilistan jî di nav de bû- her tim bi rola wê yekê radibû ku Kurd nebin xwedî mafekî. Weke ku di mînaka Şêx Seîd de jî tê dîtin destpêkê ji bo serhildanê teşwîq dike, piştre jî bi komployê dike ku bê îdamkirin. Hêzên xiyanetkar roleke çawa di komployê de girtin? Ji bo serxistina komployê Emerîkayê bi PDK û YNK'ê re hevdîtin kir. Hevdîtineke welê bû ku qaşo ji bo yekîtiya Kurdan pêk bîne hate lidarxistin, lê belê ji wê jî wêdetir PKK xistin lîsteya terorê û krîmînalîze kirin. Xwestin ku Rêber Apo û PKK'ê beralî bikin. Ji aliyekî din ve jî ji bo bêjin 'binerin vaye em bi Kurdan re ne' partiyên din ên hevkar ên Kurd derxistin pêş. Di vê demê de ji bo li Ewropayê mafê penaberiyê ji Rêber Apo re neyê dayin, PDK'ê nameyek ji dadgeha Romayê re şand. Ew name di arşîva me de ye. Lewma komplo li dijî fikrê azad, li dijî îradeya azad hate kirin.
Rêber Apo balê dikişîne ser vê mijarê. Di dema komployê de bi sê rêyan êrişî me kirin. Ya yekemîn; xwestin me bikişînin ser xeta xwe. Ya duyemîn; ya wê me îmha bikira yan jî dîl bigirta. Ya Sêyemîn jî wê siyaseteke demdirêj a dîlgirtina me bimeşanda. Ev yek armanca wan a esasî ya komployê bû. Rola dewleta Tirk a di komployê de tenê gardiyanî ye. Komplo bi esasî di navbera dewletan de hate plankirin û bicihanîn.

'RÊBER APO KURDÊN LI BER MIRINÊ RAKIR SER PIYAN'

Komploya 15'ê Sibatê di nava gelê Kurd de weke 'roja reş' tê pênaskirin, ji ber ku gelê Kurd hebûn û azadiya xwe di nava hebûna Rêber Apo de dibîne. Hûn vê têkiliya navbera Rêber Apo û gel de çawa dinirxînin?

Kurdan di dîrokê de gelek êş kişandin. Ji bo karibin bi nasnameya xwe bi rengekî azad bijîn, kengî serî hildan hingî bi komployê destpêkê pêşengên wan dîl hatin girtin û darvekirin. Raperînên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Qazî Mûhammed bi rêya komployê qedandin. Hem di dîroka Kurdan de hem jî li herêmê yekemcar ji nava gelekî bi vî rengî lîderekî mîna Rêber Apo derket û têkiliyeke xwe ji dil bi gelê xwe re çêbû, eşqa vê afirand, jiyana xwe diyarî gelê xwe kir. Gelê Kurd ev dît. Dît ku Rêber Apo ne ji bo xwe dijî. Dît ku her tim xizmetê ji gelê xwe re dike, ji tunebûnê hebûnê, ji bêderfetiyan derfetê diafirîne. Rêber Apo gelê Kurd ê li ber mirinê rakir ser piyan. Kir xwedî îrade, zanebûn, rêxistinî û parastinê. Li cîhana demokratîk û pêşverû cihek da Kurdan, kir xwedî rûmet. Îro Kurd li herêmê aktorekî girîng e û yê ev kir Rêber Apo ye. Gelek lîderên Kurd ji bo xanedana xwe ava bikin, ji bo qraliyeta xwe ava bikin xebitîn, lê Rêber Apo got, 'Dayika min ji bo fîstanekî bi 4 metreyî qumaş xwest, lê min jê re nekirî. Min jê re got, tiştên hîn mezintir ji min bixwaze û min jê re artêşeke jinê, partiya jinê ava kir'. Min tenezûlî tiştekî ku tenê bide malbatê nekir. Gelê Kurd ev dît, lewma komploya 15'ê Sibatê li dijî xwe fêhm kir. Zanîbûn ku hebûna Rêber Apo hebûna wan e. Rêber Apo şexsek nîne. Got, 'Ya ku herî zêde min diêşîne hesreta min a li gelê min û xaka min e'. Ev yek dilsoziya Rêber Apo nîşan dide. Got, 'Min nekarî vê dozê bibim heta dawî'. Lewma biryara xwe ya destpêkê li ser berxwedanê bû. Bijî û bide jiyîn. Bijî ku karibe bide jiyîn. Jiyîna Rêber Apo jiyîna gelê Kurd bû. Îro di şexsê gelê Kurd de jiyîna gelên herêmê ye.

'KOMPLO DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE LI DIJÎ GELAN HATE KIRIN'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan bi paradîgmaya azadîparêziya jinê ya demokratîk ekolojîk, sîstema Îmraliyê têk bir. Ev paradîgma ji aliyê gelên cîhanê ve çawa hate pêşwazîkirin?

Ya ku komplo pûç kir sekna Rêber Apo û kûrbûna wî ya li Îmraliyê ye, ev girîng e. Ev rewşeke ku bi rêzdarî tê pêşwazîkirin. Rêber Apo komployên hatin kirin, rewşa heyî mirovahiyê, bi taybetî jî rewşa gelên bindest nirxand. Jin, civak heman pirsgirêkan dijîn. Pirsgirêkên aborî, sosyolojîk, îdeolojîk û nasnameyê hene. Ev hemû encama sîstema kapîtalîst e. Sîstema bi zîhniyeta baviksalarî hate avakirin, ji ber xistina jinê û avakirina zîhniyeta desthilatdarîperest e. Rêber Apo komplo weke encama van nirxand. Ne tenê weke komployek li dijî xwe nirxand. Yanî komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelan hate kirin. Bi zîhniyeta sîstema modernîteya kapîtalîst hate kirin. Rêber Apo paradîgmaya demokratîk ekolojîk a ku xwe dispêre azadiya jinê afirand. Sîstemek ava kir û ev yek gaveke nû ye. Paradîgma destpêkê li nava Kurdan, piştre jî li herêmê û tevahiya cîhanê bû hêviyeke nû. Çima? Ji ber ku li şûna modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk afirand. Li dijî olperestî û netewperestiyê, li dijî zayendîperestiyê demokrasî bi cih kir. Nîşan dan ku gel çawa dikarin bi hev re bijîn. Sîstema netewe dewletê ji nû ve şîrove kir. Eşkere kir ku şer, komkujiyên tên kirin hemû encama zîhniyeta baviksalar e. Li dijî vê yekê sîstema modernîteya demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê û civakîbûnê, bû hêviya mirovahiyê. Dema ku em îro dinirxîne, dibîne ku ev paradîgma li hemû parzemînan tê nîqaşkirin, eleqeya ji bo vî fikrî zêde dibe. Sendîkayên mezin, rewşenbîr, karker xwedî li paradîgmayê derdikevin û ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Êdî gelên cîhanê xwedî li paradîgmayê derdikevin, xwe di nava paradîgmayê de dibînin. Her kes bi ziman, çand, rengê xwe di nava paradîgmayê de dikare xwe bibîne. Ji aliyê pratîkî ve jî nêzî 10 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye meriyetê. Li Şengalê, li Mexmûrê bi vê paradîgmayê dijîn, gelên cîhanê jî dibînin ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya Rêber Apo jiyaneke nû ava bûye.

'TIFAQA KURD Û EREB GELEKÎ GIRÎNG E, ENCAM BI YEKÎTIYA GELAN BI DEST DIKEVE'

Konsepta komployê bi berfirehî dewam dike. Gelê Kurd û gelên herêmê divê li dijî vê yekê têkoşîneke çawa bimeşînin?

Em dikevin sala 24'an a komployê û komplo li herêmê hîn jî dewam dike. Komplo li dijî gelê Kurdistanê dewam dike. Dest ji armanca xwe ya qirkirina Kurdan bernedane. Berxwedana ji 23 salan komplo gelek caran lawaz kir, rizand, lê hêzên komploger hîn dest ji armanca xwe bernedane û dixwazin dewam bikin. Ev yek lîstikeke mezin e û hewl didin bi rêbazên cuda bimeşînin. Bala xwe bidin ser, li dijî destketiyên gelê Kurd ên li herêmê, DAÎŞ ava kirin, neteweperestî sor kirin û ji nû ve dest bi êrişê kirin. Li dijî ol û baweriyan qirkirinê dikin. Bi hev didin şerkirin û bi vî rengî hewl didin dijminatiyeke timî bixin navbera ol û baweriyan. Paradîgmaya Rêber Apo li dijî vê yekê çareseriya esasî ye. Li dijî komployê divê ev bê dîtin. Mînak îro bi pêşengiya paradîgmaya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tifaqa Kurd û Ereban pêk hatiye ku gelekî girîng e. Ev yek li Rojhilata Navîn pêşketina herî girîng e. Gelên Kurd û Ereb li ser heman xakê li dijî heman dijminî şer dikin û yekîtiya xwe ava kirine. Ji ber ku fikrê Rêber Apo ew gihandiye hev. Her wiha Şengal ku dijmin herî zêde êrişî wê dike, bûye ew cih ku olperestî û neteweperestî lê têk çûne. Ji ber vê yekê konsepta komployê hatiye berfirehkirin û dixwazin ku destketiyên di çarçoveya paradîgmayê de hatine bidestxistin bêne hilweşandin. Her çend bixwazin komployê berfireh bikin jî hêzên demokratîk ewqasî dikevin nava liv û tevgerê, xwe bi rêxistin dikin û li dora paradîgmayê rêxistiniya xwe ava dikin. Ya girîng ev e. Eşkere bû ku ev zîhniyeta faşîst çiqasî bi tundî êriş bike jî nikare encamê bi dest bixe. Encam bi yekîtiya gelan bi dest dikeve.

'DI NAVBERA RÊBER APO Û JINAN DE TÊKILIYEKE XURT AVA BÛ'

Li ser xeta azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kir, jinên Kurd û jinên cîhanê dibin xwedî îrade û xwe bi rêxistin dikin. Hûn têkiliya Abdullah Ocalan a bi jinê re çawa dinirxînin? Jin divê bersiveke çawa bidin?

Gelekî girîng e ku têkiliya Rêber Apo û jinê rast bê nirxandin û şîrovekirin. Heta niha ti lîderî mîna Rêber Apo pirsgirêka jinê hem ji aliyê teorîk hem jî îdeolojîk ve bi kûrahî nenirxandiye û li ser bingeheke xurt nedaye rûniştandin. Yekemcar Rêber Apo ev yek destnîşan kir. Di şoreşan hemûyan de ev mijar hatiye nîqaşkirin. Her kesî li gorî dema xwe hin tişt têkildarî jinê gotine. Gotin ku heta şoreş nebe jin rizgar nabin, jin azad nabin. Lê belê Rêber Apo berevajî vê got. Got, heta ku jin aazad nebe şoreş nabe û civak azad nabe. Paradîgmaya xwe spart azadiya jinê. Ev yek pêwendiya xwe bi kesayetiya Rêber Apo heye. Ji zarokatiyê ve bi jinê re hevrêtî kiriye. Gotin di cih de be mamosteya destpêkê ya Rêber Apo dayika wî ye. Dersa herî baş ji dayika xwe wergirtiye. Di nava civakê de têkiliya bi jinê re, hevaltiya ku daniye balkêş e. Em îro jî dibînin ku Rêber Apo di avakirina tevgera azadiyê de di her pêvajoyê de cih daye jinan. Her tim pêşî li jinê vekir. Ji kongreya destpêkê û vir ve jin hene. Jinan jî bi taybetî jî jinên Kurd bersiva vê yekê dane. Bi hevala Şehîd Sara destpê kir û jinên Kurd gotin 'Ez li ser şopa vî Rêberî me, bi fikrên wî re me'. Bi vî rengî xwe tevlî kir. Çend meh beriya komployê di sala 1998'an de Rêber Apo îdeolojiya rizgariya jinê ragihand. Di vê pêvajoyê de dema ku îdeolojî şîrove kir got 'min mêr kuşt'. Ev gelekî girîng e. Kuştina mêr kuştina zîhniyeta desthilatdariyê ye. Li dijî zîhniyet û sîstema mêr şer ragihand û dema ku got, 'min di şexsê xwe de mêr kuşt', got ku êdî pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Zîhniyeta bi serweriya mêr jî li dijî Rêber Apo şer da destpêkirin. Yek ji sedemên bingehîn ên komployê jî xeta azadiyê ya jinê ye. Ji ber ku azadiya jinê bingeha hemû azadiyan e, pirsgirêka jinê bingeha hemû pirsgirêkan e. Di dîrokê de jin hate kolekirin yanî mirovahî seqet hate hiştin. Di nava jiyanê de mirov nîvco hate hiştin, nîvê mayî jî xwe bi zorê li ser jinê û civakê ferz kir. Ji ber vê yekê di têkiliya Rêber Apo û jinê de heqîqetek çêbû. Ev têkiliyeke xurt de ku nayê qutkirin. Dema ku Rêber Apo dîl hate girtin, got 'projeya min a azadiya jinê nîvco ma, ez li ber vê dikevim'. Jinan bersiveke çawa dan? Ji bo pûçkirina vê komployê gotin 'em ê vê projeyê temam bikin' û bi vê biryardariyê di mijara avakirina civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de pêşengî kirin. Jin û ciwan weke hêza pêşeng a vê paradîgmayê pênase kir. Rêber Apo xwe weke kedkarekî vê xeta azadiya jinê dît. Ti carî nekete nava helwesteke welê ku xwe ferz bike. Eger tevgera jinê ya azad a Kurdistanê bûye hêvî ji tevahiya jinên cîhanê re û jinên cîhanê li doara paradîgmayê li hev dicivin, ev yek bi saya rastiya Rêber Apo bi jinê re afirandiye. Eger em bi rastî jî dixwazin bibin bersiv ji Rêber Apo re divê ji bo azadiya wî têkoşînê mezin bikin û bi erk û wezîfeya xwe rabin. Û em pê bawerin ku azadiya Rêber Apo tenê bi jinan jî mabe em ê bi ser bixînin û hevrêtiya ku wî di 7 salî de bi durustî bi jinê da destpêkirin, dewam bikin.

'DEM DEMA RÊBER APO YE, DEMA AZADIYÊ YE'

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Gelê Kurd divê bersiveke çawa bide tecrîdê û komployê?

Ya ku bi têkoşîna 23 salan hatiye afirandin kêm nîne. Berjewendiyê hêzên ku komplo kirine êdî li hev nayê. Di nava xwe de gelek nakokiyên wan hene û mîna berê yekîtiya wan nîne. Lê belê hîn jî di qirkirina Kurdan de israr dikin. Dewleta Tirk a faşîst serkêşiyê ji vê re dike. Rola di komployê de destpêkê gardiyanî bû. 23 sal in tecrîdeke giran heye, naxwazin ku gotinek jî derkeve. Di binê vê de qirkirina Kurdan heye. Diyar e ku hêzên navneteweyî ji nû ve rol dane dewleta Tirk û jê xwestine ku tevgera azadiyê bifetisîne. Tunekirina destketiyan daniye ber xwe. Lewma êriş li ser Rojava, Şengalê, Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, çekên kîmyewî bi kar tîne, serî li rê û rêbazên bêexlaq dide. Li hemberî vê yekê berxwedana mezin dewam dike. 23 sal in li gel ewqas êrişan encam nekarîn bi dest bixin. Em dikevin sala 24'an û yên komplo kirin winda dikin. Rêber Apo sala 1972'an ev têkoşîn da destpêkirin. 50 sal in meşa azadiyê ya Rêbertî û PKK'ê dewam dike. 50 sal in ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşe. PKK'ê bi fikrekî enternasyonalîst gav avêt. Rêber Apo gavên destpêkê bi hevrêyên Kemal Pîr û Hakî Karer avêt. Îro jî li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat gelê me li ser piyan e. Xwedî li Rêber Apo û azadiyê derdikevin. Bi pêşengiya ciwanên Kurd, enternasyonal meşa dirêj dikin, yên beşdar bûne silav dikim û çalakiya wan pîroz dikim. Her wiha sekna jinê ya li dijî komployê heye. Di sala 24'an de biryardariya me li ser azadiya Rêber Apo ye. Dem dema Rêber Apo ye. Sedsala 21'ê divê bibe sedsala azadiyê, azadiya rêberê jinê. Rêber Apo wê azad bibe û bi gelan û jinan re bijî. Her kesên ku ji xwe re dibêje demokratim, sosyalîstim, azadîparêzim divê xwedî li Rêber Apo derkevin.