Ji bo protestokirina Qirkirina Êzîdiyan banga tevlîbûna çalakiyan hate kirin

Komîteya Amadekar a Çalakiyan, Qirkirina Êzîdiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an şermezar kir û got; “Em bang li civaka Êzîdiyan, li gelê Kurdistanê û hemû dostên civaka me dikin ku bi hemû hêza xwe piştgirtinê bidin çalakiya me û tevlî bibin.”

Komîteya Amadekar a Çalakiyan daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku li ser navê Komîteya Amadekar û hemû pêkhatiyan wê 30 ê Tirmehê li bajarê Elmanya Bielefeldê meş û mîtîngek navendî li dar bixin.

Komîteyê destpêkê qirkirina 3 ê Tebaxê 2014’an a  li Şengalê bi tundî şermezar kir û wiha dewam kir: “Di ser fermana Şengalê re 2 sal derbas bûn. Birînê Şengalê hê jî nehatine dermankirin. Bi deh hezaran mirov hê jî koçber in û bi hezaran mirov hê jî di destê hovan de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Her çiqas pengavên rizgarkirinê serkeftîbûn jî lê dîsa Şengal bi giştî rizgar nebûye.”

Komîteyê bi bîr xist ku ji bo vegera koçberan û ji nû ve avakirina Şengalê hewldan hatine kirin, lê ev têr nekirine û got, “Ev hewldan tenê hindek birînên derve dorpêç kirine, lê mixabin koka birînan kûr e. Bi taybetî ji aliyê PDKê ve astengî û ambargo li ser Şengalê berdewamin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî fermanê gelek gavên erênî û pîroz hatin avêtin, bi deh hezaran mirov hatin rizgar kirin û pêşî li qirkirineke mezin hatiye girtin. Komîteya Amadekar a Çalakiyan di daxuyaniya xwe de wiha pê de çû: “Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ û YJŞ), Meclîsa Avakar a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) hatin avakirin.

Bi armanca xwedîderketina destkeftiyên heyî û di warê navnetewiyêde qebûlkirina Fermana 3’yê Tebaxê wek jenosîd, statu û parastina Şengalê YBŞ û YJŞ bêne naskirin, bi pêşengiya Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî ( SMJÉ ), Hevgirtina Ciwanên Êzîdî HCÊ, Navenda Yekitiya Komelên Êzîdiyan û bi piştgirtina gelek saziyên din 30.07.2016 wê li bajarê Elmanya Bielefeldê meş û mîtîngeke navendî bê lidarxistin.”

Komîteya Amadekar a Çalakiyan bi detayên çalakiyê û bangê ve daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

“Pewîst e 30 ê Tirmehê saet 13.00’an li cîhê zanîngehê bi slogana xwe ‘BI RÊXISTINBÛYÎN, XWESERÎ Û PARASTINA REWA BER BI AZADIYA ŞENGALÊ VE” em bajarê Bielefeldê bihejînin û dengê xwe bigîhînin hemû cîhanê û navenda Ewropayê. Bi van bîrûbaweriyan em bang li civaka Êzîdiyan, li gelê Kurdistanê û hemû dostên civaka me dikin ku bi hemû hêza xwe piştgirtinê bidin çalakiya me û tevlî bibin.”