Ji bo piştevaniya Rojhilatê Kurdistan çalakî hate kirin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ên Faris ji bo piştevanîkirina bi çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyek kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên di saet 17:00’an de li bajarê Hannover ê Elmanyayê daketin qadan, bi çalakiyekê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dan.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Faşîst Erdogan’, ‘Qatil Xamineyî’, ‘Bakur, Başûr Rojhilat Yek Armanc û Yek Xebat’, ‘Bijî Raperîna Rojhilat’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin qîrkirin.

Her wiha di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û xelkê herêmê jî elelqeyek baş nîşanî çalakiyê da.