Ji bo pêgiriya madeyên hişbir hişyarî

Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku ji peywira wî hatî desteserkirin bal kişande ser pêgiriya madeyên hişbir û bang li malbatan kir.

Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari têkilî zêdebûna pêgiriya madeyên hişbir a li Geverê got, ‘’Ji bo ku pêşî li pêşketina sosyal û siyasî bigirin Gever bi taybetî hatiye hilbijartin.’’

Li navçeya Colemergê Geverê van demên dawî bi handana dewleta Tirk bikaranîna madeyên hişbir xasma li nav ciwanan zêde dibe. Sarî got, ‘’Ji bo ku pêşî li pêşketina sosyal û siyasî bigirin Gever bi taybetî hatiye hilbijartin. Bi vê hem xisletê civakê û hem jî bîreweriya siyasî dikin hedef.’’

Sari di bikaranîna madeyên hişbir de aliyên nezanî, bêkariyê destnîşan kir û got, ‘’Lê beriya her tiştî mirov dikare bibêje ji bo ku madeyên hişbir zêde were bikaranîn her tişt hêsan kirine. Di vê bazarê de alaternatîfa ji alkole erzantir heye. Ciwanên ku zêde pereyên wan nînin pereyên xwe dikin ser hev û peyda dikin. Heke qadên civakî, sporê, çandî zêde bibin meyla ciwanan a li ser van madeyan wê kêm bibe.’’

Sari kontrola bi asta bilind a li ser sînoran bi bîr xist, destnîşan kir li gel vê jî bi hêsanî madeyên hilbir derbas dibin û got, ‘’Ev navçe hatiye dorpêçkirin. Hema hema her roj carekê nasname têne sehkirin. Lê dîsa jî bi rehetî ev made dikeve dest. Dema şaredariyên me li ser vê mijarê bi çaroweya projeyên YE’yê me desteka sosyal da derdorekê. Ji bovî karî bûdçeyeke ku bikaribe têbikoşe nehate veqetandin. Rêxistinên Civaka Sivîl encex karîbûn projeyên biçûk deynin. Li saziyên perwerdehiyê bûdçeyên perwerdehiyê yên domdar û bi rpoejyên mezi û naverok nehate danîn.’’

Sari bi berdewamî diyar kir malbat di vê mijarê de bi tena serê xwe dimînin li gel vê jî divê li hemû problemên zarokên vekirîbin û got’’Malbat divê bikaribin li zarokên xwe guhdar bikin, li ser mijara bêkariyê, problemên wan ên derûnî û civakî. Her wiha li gel mirovên li derdora xwe divê bikaribin bi hev re têbikoşin û zextê li ser sazî û dezgehan bikin. Divê bang li wan partiyên siyasî û perwerdehiyê bikin ku dikarin destekê bidin wan. ‘’