‘Ji bo parastina vê olê û azadiya Rêber Apo em amade ne bi sedan şehîdên din jî bidin’

Di pîrozbahiya Newroza Şengalê ku bi coş hat pîrozkirin de soza şopdariya şehîdan hate dayin û hate gotin, “Em ê vê agirê pîroz bi ruhê xwe, bi canê xwe her geş bikin.”

Pîrozbahiyên ji bo cejna Newrozê li seranserê Kurdistan û Ewrupayê dewam dikin. Li gundê Solax ya dikeve quntara çiyayê Şengalê, bi tevlîbûna sedan kesî pîrozbahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdan destpê kir.

Gelê Şengalê bi cilûbergên Kurdî qada Newrozê xemilandin. Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê ji aliyê Serokeşîr û Daykên Şehîdan ve hate pêxistin.

Piştî pêxistina agir peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê û Saziya Malbatên Şehîda hate dayîn.

Peyama Rêveberiya Xweser ji aliyê Hevseroka Desteya Rêvber a Şengalê Rîham Hesen ve hate dayîn û hat gotin: “Bi hezaran salan e ku agirê Newrozê wekî meşaleya azadî, berxwedan û serkeftinê her geş bûye. Newroz li hemberî tarîtî, xirabî û bextreşiyê bûye çiraya ronahî, qencî û paqijiyê. Bi hezaran salan e ku li hemberî dagirkerî û koletiyê agirê Newrozê li çiya, deşt, gelî û newalan hatiye dadan.

Di dewama peyama Rêveberiya Xweserde hat gotin; “Di dîrokê de agirê Newrozê, di şexsê Dehaq de li hemberî hemû zordest û koledaran hatiye dadan. Dîroka Newrozê dîroka berxwedanê ye. Me jî wekî civaka Êzidî bi hezaran salan e ku her li ber xwe daye. Li hemberî hemû fermanan bi hêza agir û rojê me li ber xwe daye. Me divê berxwedanê de bi hezaran şehîd dane û em hê jî li ser riya Tawisî Melek canê xwe didin. Ji Şehîd Seîd Hesen heya Şehîd Zerdeşt, Şehîd Dijwar Feqîr, Şehîd Mam Zekî hemû şehîdên me bûne meşaleyek û vê agirê pîroz bilind kirine. Îro li vê derê jî, her şehidek wekî parçeyek ji vê agirê pîroz e ku em li dora wan soza serkeftin û azadiyê didin. Îro li Şengalê, bi hêz û baweriya ku me ji şehîdên xwe girtine em car din soz didin ku ev agirê pîroz wê li ser Çiyayê Şengalê her dadayî be, qet venemire. Em ê vê agirê pîroz bi ruhê xwe, bi canê xwe her geş bikin.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar jî Newrozê li Tevahiya gelên aştîxwaz pîrozkir û got : “Newroz cejna berxwdanêye, pêwîste em  wek gelê Êzidî vê pîrozbahiyê bikin wesîleya yekitiya xwe. Pêxistina vî agirî ku ev bi hezarên saleye kesî nikariya vemirînê, heya roja îro gelê me bi wî ruhê li ber xwe dide. Ew berxwedaniya ku di  dîrokê de hatî kirin di roja meya îro de jî dewam dike. Ji bo hebûna xwe di  dîrokê de me bi sedhezaran şehîd dane, lê ji bo parastina vê olê û azadiya Rêber Apo em amade ne bi sedan şehîdên din jî bidin.”

Piştî dayîna peyaman û derketina hunermendan a ser dikê, girseya gel li ber sitranên hunermenan govend gerandin û şahiya Newrozê bi dawî bû.