Ji bo mexdûrên lehiya li Hewlêrê kampanya hate destpêkirin

10 saziyên sivîl ên li Silêmaniyê ji bo mexdûrên lehiyê yên li Hewlêrê kampanyayeke hevgirtinê dan destpêkirin.

10 saziyên sivîl ên li Silêmaniyê li pêşiya avahiya Emnesoreke diyar kirin wan ji bo sê rojan ji bo mexdûrên lehiyê yên li Hewlêrê kampanyayeke hevgirtinê dane destpêkirin.

Berdevkê kampanyayê Karzan Ehmed got “Armanca kampanyaya me sazî, dezgeh û dewlemendên xêrxwaz xwe bigihînin mexdûrên lehiya li Hewlêrê.”

Kampanya wê 3 rojan bidome û wê saet di navbera 09.00-20.00’an de alîkarî were stendin.

Di lehiyê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gelek taxan xisarên maddî çêbûn.