Ji bo meş û mîtînga li Dusseldorfê banga tevlîbûna xurt

Ji bo mîtînga sibehê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanya banga tevlîbûnan didome. Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a meş û mîtîngê banga tevlîbûna xurt hat kirin.

Ji bo mîtînga sibehê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanya banga tevlîbûnan didome. Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a meş û mîtîngê banga tevlîbûna xurt hat kirin.

Komîteya Amadekar diyar kir ku ji bo xwedîderketina xwerêveberiyan bi organizeya ABDEM, Yekîtiyên Hêzên Elmanya û hevbirên wê NAV-DEM û TJK-E di 26’ê Kanûnê li Dusseldorfê meş û mîtîng tê lidarxistin. ABDEM, Yekîtiyên Hêzên Elmanya, NAV-DEM û TJK-E xwerêveberî silav kirin, polîtîkayên hovane yên dewleta AKP’ê şermezar kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wek ABDEM, Yekîtiyên Hêzên Elmanya, NAV-DEM û TJK-E bang li Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Elman, Elewî, Êzidî, Misilman, sosyalîst, parêzvanên mafên mirovan, demokratan bi kurtahî her kesên ku ji xwe re dibêje ez mirov im dikin ku ji bo protestokirina polîtîkayên qirêj ên hikûmeta AKP’ê ya faşîst û dewleta Tirk û ji bo xwedîderketina xwerêveberiyan, tevlî meş û mîtînga 26’ê Kanûnê ya li Dusseldorfa Elmayayê bibin.”