Ji bo Leyla Guven were berdan serî li dadgehê hate dayin

Piştî ku Enîs Berberoglû yê CHP'yî hate berdan, ji bo berdana parlamentera HDP'î Leyla Guven serî li dadgehê hate dayin.

Piştî ku parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû hate berdan, ji bo berdana parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven serî li dadgehê hate dayin.

Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr diyar kir ku berdana Berberoglû biryareke mînak e û di vê çarçoveyê de serî li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê da.

Yalçindag Baydemîr diyar kir ku muwekîla wê Leyla Guven bi rengekî ne hiqûqî ji 31'ê Çileya 2017'an û vir ve belasebep bi awayekî girtî tê darizandin û biryara ku li ser girtîmana Guven hatiye dayin, li dijî hiqûqê ye.