'Ji bo kar em ê ji cih û warê xwe dernekevin'

Karkerên ku li gel germa dijwar a Cizîrê li kolanan dixebitin, berdêla heqdestê xwe bi têrkerî nagirin. Karker dibêjin, tevî vê yekê jî wê ji cih û warê xwe dernekevin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ku pêla germê carna digihêje 45 dereceyî, karkerên rê çêdikin li gel zor û zehmetiya li binê tavê jî karê xwe bê navber dikin. Tevî karê xwe yê dijwar, karker bi têrkerî heqdestê xwe nagirin. Bi dehan karên li kolanên Nûrûllah, Nûsaybîn û Îdîlê yên navçeya Cizîrê dixebitin, di nava şertên giran de kar dikin û bi vî rengî hewl didin debara xwe bikin.

Karkeran diyar kirin ku karê wan wê heta dawiya payîzê dewam bike û gotin, rojane ew bi 80 lîreyî dixebitin. Karkeran destnîşan kirin ku heqê keda wan ev nîne, lê bi biryar in ku ji bo kar ji cih û warê xwe dernekevin. Karkeran gotin, "Eger hilbijartinên pêşwext pêk werin, em ê şaredariya xwe ji nava lepên talankeran rizgar bikin. Em ê wê wextê heqdestê xwe bigirin."

'JI BO ZAROKÊN XWE EM NEÇAR IN'

M.Ç.  ku 20 sal in karê çêkirina rê dike, qala zor û zehmetiyan kir: "Em saet 7'ê sibehê dest bi kar dikin. Heta 5'ê êvarê di binê tavê de dixebitin. Ji bo zarokên xwe em neçar in vê bikin. Du zarokên min li zanîngehê dixwînin. Ez wan bi tena serê xwe didim xwendin. Beriya çend salan yewmiya me ya rojane hinekî zêde bû. Saetên me yên kar hinekî din nerm bû. Me ji wan şert û mercan gazin dikirin, lê em ketin nava rewşeke xerabtir."

Karkerekî din ê bi navê S.L. diyar kir, ew bi hêvî ne ku qeyûmê dest daniye ser Şaredariya Cizîrê ya DBP'yî wê biçe û gel wê şaredariya xwe bi xwe bi rê ve bibe. S.L. got, "Em her tiştî ji bo welatê xwe dikin. Em ê karê xwe bidomînin û hewl bidin debara xwe bikin."