Ji bo îfadeyê bang li girtiyê nexweş kirin

Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Xorasanê, ji bo îfadeyê bang li girtiyê nexweş Necmettîn Aydin kir.

Rêveberê HDP'ê yê navçeya Xorasanê ya Erzîromê Necmettîn Aydin, di 12'ê Mijdara 2020'î de bi îdîaya "endametiya rêxistinê" dîl hatibû girtin. Rûniştina destpêkê ya doza li dijî Aydin hate vekirin roja 15'ê Çileyê pêk hat. Tevî ku nexweşiya ji ber herikîna mejî û rapora ji sedî 44 a astengdariyê heye jî Aydin nehate berdan.

REWŞA WÎ GIRAN DIBE

Rewşa tenduristiyê ya Aydin roj bi roj nebaş dibe. Di nava 67 rojên dîlgirtinê de 3 caran testa vîrûsa koronayê lê hate kirin. Karantînaya 3'emîn a Aydin dewam dike û li gorî agahiyan wê di 21'ê Çileyê de wî bibin koxûşê.

Malbata Aydin ku bi rêya telefonê pê re axivî, diyar kir ku di karantînayê de pirtûk û malzemeyên paqijiyê nadin wî. Malbatê ragihand ku Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Xorasanê li wan geriya ye û xwestine ku ji bo îfadeya Aydin bên emniyetê.