Ji bo gorên Şêx Seîd û hevalên wî serlêdan hate kirin

Ji bo cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bêne eşkerekirin, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin, serlêdan hate kirin.

Endamên Komeleya Şêx Seîd û hevalên wî, Baroya Amedê têkildarî serlêdana li Wezareta Karên Hundir a Tirk a ji bo eşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyaniyek hate dayin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got, "Bi dîtina me, bi biryara darvekirinê û nedana cenazeyan zilm li Kurdan hatiye kirin. Ji xwe car carna aktorên siyasî li ser hesabdayina rabirdûyê daxuyaniyan didin. Madem hûn bi rabirdûyê re rû bi rû dibin, hingî yek ji bûyerên sereke ku êşa sed salî ya bi Kurdan re hatiye kişandin, bûyera Şêx Seîd û hevalên wî ye. Ne tenê ji bo malbatên wan, em ji bo tevahiya Kurdan dixwazin ku cihê gorên wan bêne eşkerekirin."

Eren destnîşan kir ku eger di vê der barê de agahî ji wan re neyê dayin wê dozê vekin.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û hevalên wî Mehmet Kasim Firat jî bi bîr xist ku beriya 96 salan cenaze hatin xwestin, lê hîn jî nehatine teslîmkirin. Firat diyar kir ku wan ji serlêdanan encamek bi dest nexistine û got, "Divê nûnerên komarê guh bidin vî dengî, bila gelê me jî xwedî li vê dozê derkeve."