'Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê faşîzm û dagirkerî bê têkbirin'

Komîteya Azadiya Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ne pirsgirêka Kurd çareser dibe, ne jî Kurdistan û Rojhilata Navîn aram dibe. Komîteyê got, "Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê faşîzm û dagirkerî bê têkbirin."

Di salvegera 23’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

'BI TECRÎDÊ DIXWAZIN VÎNA GELÊ KURD BIŞKÎNIN Û DAGIRKERIYÊ BIDOMÎNIN'

Komîteya Azadiya Ocalan komplo bi tundî şermezar kir û got: "Em dibînin heta niha jî komplo berdewame û dixwazin gelê Kurdistan û tevgera azadîxwaz ji holê rakin. Vê yekê jî bi faşîzmê, dagirkerî û tecrîdê dikin. Dixwazin bi girankirina tecrîda li Îmraliyê, li Bakurê Kurdistanê îradeya gelê Kurd bişikînin, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bikin û bi vî rengî komployê dewam bikin."

'OCALAN Û TEVGERA KURD DERB LI FAŞÎZMÊ DAN Û BÛN KARAKETERÊ ESASÎ LI ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ'

Komîteyê destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadîxwazê ya gelê Kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî hem derbên giran li faşîzmê, dagirkerî û tecrîdê dan, hem jî bûn karakterek sereke li Rojhilata Navîn û cîhanê. Hat gotin, îro dagirkerî û faşîzm di rewşa xwe ya herî lewaz de ne û ber bi hilweşandinê ve diçe. Ji bo wê êdî 'dem dema azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurdistanê ye'.

'DIVÊ GELÊ KURD DESTKETIYAN BIPARÊZIN'

Komîteyê diyar kir, dema wê hatiye ku gelê Kurd jî destketiyên xwe biparêzin, bibe xwedî statu û bi azad û serbilind bijî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her wiha dema wê yekê hatiye ku berhema bi dehan salên têkoşîn û berxwedana xwe biçinin û sîstema konfederalîzma demokratîk li Kurdistanê û herêmê daynin, bi awayekî azad, di nava aştî û aramiyê de li gel gelên din bijîn."

'RÊBER APO AZAD NEBE, PIRSA KURD ÇARESER NABE Û ARAMÎ LI ROJHILATA NAVÎN PÊK NAYÊ'

Herî dawî Komîteyê ev peyam da: "Heta Rêber Apo azad nebe, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe, ne Kurdistan azad dibe ne jî li Rojhilata Navîn aramî û aştî çêdibe. Ji bo azadiya Rêber Ocalan pêwîste faşîzm û dagirkerî were têkbirin. Doza Rêber Ocalan doza gelê Kurd û Kurdistanê ye. Bi hev re girêdayîne û wê bi hevre jî çareser bibin."