Ji bo Şukru Serhed li Silêmanî konê sersaxiyê tê danîn

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku îro wê ji bo Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed ku duh di encama êrîşeke hovane ya MÎT’a Tirk de hat qetilkirin, li Silêmanî konsê sersaxiyê dane.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê, diyar kir wê îro piştî nîvro saet 14:00’an ji bo Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) li heman cihê ku lê şehîd bûyî, li Taxa Çarçira ya Silêmaniyê bi merasîmek konê sersaxiyê were danîn.

Her wiha hat gotin wê gul li cihê ku Şukrî Serhed lê şehîd bûyî werin danîn.

Komîteyê banga tevlibûna merasîmê li xelkê Başûr kir.