Ji bo Şengalê çalakiya bi kon hate destpêkirin

Ji bo naskirina statuya xweser a Şengalê li bajarê Hannover a Elmanyayê ji bo du hefteyan çalakiya bi kon hate destpêkirin.

Çalakî îro saet di 13.00’an de li Qada Steîntorê ya Hannoverê hate destpêkirin. Wê heta 30’ê Çileyê her roj saet di navbera 13-15’an de bidome.

Di çalakiyê de li ser navê Civaka Koordînasyona  Êzidiyên Ewropayê Cercûr Cemîl, li ser navê KCDK-E’yê Yuksel Koç, Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer, li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî Besê û Amara, li ser navê Federasyona Elewiyan Demîr Çelîk axivîn.

Di çalakiyê de hate diyarkirin kesên di 3’ê Tebaxa 2014’an de rê li ber qirkirina Êzidiyan vekirin a niha jî di navbera Bexda û Enqeryê de peymanek çêkirin û ev peyman li ser daxwaza dewleta AKP’ê hatiye kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku “Şengal tê wateya dîroka Kurdan. Xwedîlêderketina Şengalê tê wateya xwedîlêderketina dîroka Kurdan. Ev berxwedan wê îxanetê biqedîne.”