Ji birayên şehîd gora yekî jê hê jî nehatiye dîtin

Ji malbata Aslan a ji gundê Hewrê ya Amedê sê kes tevlî nav gerîla bûn. Ji du birayên şehîd ên Ahmet Aslan, ku hê kurekî wî gerîla ye, gora şehîdekî jê hê jî nehatiye dîtin.

Ahmet Aslan diyar kir du birayên wî tevlî nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne, şehîd bûne û kurê wî hê jî li nav gerîla ye û got, ''Me cenazeyê birayekî min dît lê hê jî em li cenazeyê birayê min ê dî digerin.''

Malbata Aslan ji gundê Hewrê yên Amedê ne. Malbat, sala 1970'yî ji gund koçî bajêr kirine, 3 bira û 7 xwîşk li gorî şertên bajêr hewl dane ku jiyana xwe bidomînin. Piştî ku koçî Amedê dikin ji birayan Mehmet Aslan, piştî zanîngehê tevlî nav gerîla dibe.

Birayê mezin Ahmet Aslan wiha behsa wan rojan dike ''Birayê min Mehmet sala 1991'ê ji Fakûlteya Mihendisiyê ya Înşeatê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bû. Birayê min ê dî Welat jî piştî ku me koçkî bajêr kir li vir çêbû. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Amedê qedand. Piştre Mihendista Ragihandinê ya Elektronîk a Zanîngeha Teknîk a Stenbolê bi asteke li pêş bi dest xist. Li wir dema ku perwerdehiya xwe didomand hate destgîrkirin û demekê li girtîgehê ma. Piştre hew xuya kir. Birayê min ê mezin Mehmet jî li şantiyeyan ddema ku dixebitî nema xuya kir. Piştre em hîn bûn ku herdu jî tevlî nav Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûne.''

Ahmet Aslan heta ku agahiyek ji birayên xwe bistîne lebikiye. Heta wê gava ku hîn dibin şehîd bûne. Xwe gihandine gora birayekî xwe û ew li Taxa Şehîdlikê ya navenda Amedê veşartine. Bi salan li gora birayê xwe dî geriyaye. Li gorî agahiyên standî birayê wî li gundekî Çewlikê veşartiye û got, ''Piştî ku me pir pirsa kir em hîn bû ku gora wî li vî gundî ye. Bi agahiyên ku me ji gundiyan standî me şopand. Dema ku em çûne cihê ku dihate gotin birayê min lê veşartiye me erdekî rast dît. Me nedît bê ka li kûderê veşartiye. Hê jî em tenê cihê ku lê hatiye veşartin dizanin. Em nizanin bê ka li kûdera wî cihî hatiye veşartin.''

Aslan got, 2013'an jî kurê wî Alî Firat ketiye ser rêya apên xwe. Aslan got, ''Heta niha ji Alî Firat jî me ti agahî nestandiye. Em, ji bapîrên xwe û ji serhildana Şêx Seîd û wir ve heta niha ji xeta gelê xwe û ya netewî dûr neketine û heta bi îro hatine.''

Aslan diar kir zehmet e ku bêrîkirina dê û bavê xwe ya li ser zarokên wan were vegotin û got, ''Em nikarin hîsên dayikên xwe vebêjin. Meyzandina wê ya li wêneyên li dîwêr, baldarbûna wê ya li ser dengê zingilê dêrî, dibe ku mirov pê hîsên wê vebêje lê tiştên ku dayik dijîn nikare were vegotin. Lê pir biêş e, du tînî cîhnaê, mezin dikî, xwedî dikî û piştre dema ku ji ber çavan winda dibe ev bi hêstirê çavan nikare were vegotin. Bavê min jî wiha bû. Dema nimêjên sibehê qêrînên, ''Ax Welat! Ax Memed!'' hê jî di guhê min de olan didin. Zehmet e ku mirov hîsên wan fêhm bike. Beriya niha jî bi biratî min bi van hîsan zanîbû lê piştî ku kurê min ç3u niha dê û bavê xwe xweştir fêhm dikim.''

Aslan herî dawî got dixwazin nifşê siberojê bi aramî, aştî, bi xwîşk û biratî bijî, daxwaza malbata wan tenê ev e, ew ti mewkiyan naxwazin û got,''Birayê min perwerdehiya akademîk dîtibûn. Bi xwestana dikaribûn werin cihê xweş lê wan rêyek dî hilbijart. Em pê dizanin ku hin heevlaên wan karîyer kirine, dema ku çav li me dikin berê xwe diguherin. Em her tim li ser xeta xwe meşiyan.''