Ji ber wêneyê Roboskiyê derbarê rêvebera berê ya HDP’ê lêpirsîn hate destpêkirin

Bi hinceta ku Hevserokê HDP’ê ya Cizîrê ya Berê Guler Tûnç di salvegera qetlîama Roboskiyê de wêne belav kiriye, derbarê wê lêpirsîn hate destpêkirin.

Bi hinceta di 27’ê Kanûna 2021’an de Qetlîama Roboskiyê bi bîr aniye û wêneyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir belav kiriye yên ku di 4’ê Çileya 2016’an de bi fîşekên ji wesayîta zirxî hatibûn qetilkirin, derbarê Guler Tûnç lêpirsîn hate destpêkirin.

Dozgeriyê îddîa kir ku ‘propagandaya rêxistinê’ hatiye kirin û ji bo ku îfadeyê bide bang li Tûnç kir.

Tûnç çû Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û got “Ji bo bîranîna kesên li Roboskiyê hatibûn qetilkirin min wêne belav kir. Her sê jinên ku li Silopiyê hatibûn kuştin jî endamên partiya me ya siyasî ye. Ji bo bîranîna wan min wêne belav kir. Di belavkirina wêneyan de propaganda tune. Ev belavkirina wêneyan di çarçoveya azadiya fikrê de hatine kirin.”