Ji ber teqîna mayinê 4 kolber birîndar bûn

Li herêma sînorî yê Bane ji ber teqîna mayinê 3 û li sînorê Newsûdê jî kolberek birîndar bûn. Rewşa kolberê li Newsûdê birîndar bûye, giran e.

Hat diyarkirin ku pêr şev sê kolberên bi navê Kiyanûş Reûfî (24), Fuad Bîtûşî û Amanc ên xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, dema li herêma sînorî yê Hengejal a Bane kolberî dikirin mayin bi wan de teqiya. Di encamê de her sê kolber birîndar bûn. Kolberên din her sê kolberên birîndar bi derfetên xwe gihandin gundê herî nêz û ji wê derê ew rakirin nexweşxaneya Baneyê.

Her wiha hat ragihandin ku kolberek din jî bi navê Erkan Mehmûdî (25) li herêma sînorî yê Sofî Caney Şûşmê ya girêdayî Newsûdê di dema kolberî dikir pê li mayinê kiriye. Ji ber teqîna mayinê kolberê ciwan Mehmûdî ji lingê xwe yê rastê bi giranî birîndar dibe. Mehmûdî niha li nexweşxaneya bajarê Pawe tê dermankirin.

Ji ber teqîna mayinên ku ji şerê Îran û Iraqê yên di navbera salên 1979-1987’an mane, her sal bi dehan kolber û welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest didin.