Ji ber pirtûkek derbarê Rojava wergerand 11 sal ceza danê

Sendîkaya Nivîskarên Îranê ragihand ku endamê wan Areş Gencî ji ber wergera pirtûka “Mifteyek biçûk deriyekî mezin” kiribû 11 sal cezayê girtîgehê ji aliyê rejîma Îranê ve hate birîn.

Sendîkaya Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rejîma Îranê ji ber ku pirtûkek ya derbarê bûyerên girîng ên navçeyê û Rojavayê Kurdistanê werger kiriye, Sekreterê Sendîkaya Nivîskarên Îranê Areş Gencî bi tawanê “li dijî komara Îslamî ya Îranê propaganda kiriye” û “Endamtiya partiyeke muxalif” hatiye sûcbar kirin.

Sendîkayê li ser malpera xwe kurte dîmenê Gencî ya li ber girîgeha Êvînê parvekiriye ku tê de Gencî diaxive û dibêje: “Hevalên min ên hêja, di kêliya ku waye ez diçim nizanim bê ka gelo rastê rewşeke trajedî bûme yan jî komîk. Sibehê zû fêr bûm ku îro roja 1’ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Kobanê, roja binketina teqez a DAÎŞ’ê ye. Ji min re komîk tê ku di salvegera wê serketina mezin de ez dikevim zindanê û trajedî ye ku divê bi şewqekî bê dawî ya di dilê xwe yê biçûk de dest bi pêvajoya girtîgehê bikim.”

Li gorî agahiyên Nasir Zerefşan parêzerê Gencî parvekirî hatiye gotin ku ew sûcbarî û hikmê giran tenê ji ber wergerkirina pirtûka bi navê “Mifteyek biçûk deriyekî mezin” ku di navê de qala bûyerên girîng ên herêm û Rojavayê Kurdistanê dike hatiye ferzkirin.

Rejîma Îranê bi vê hêcetê di ser mala Areş Gencî de girtine û dest danîne ser hin belge û kel û pelên malê û Gencî rakirine girtîgeha Êvînê ku 11 sal cezaya girtîgehê lê hatiye birîn.

Hêjayê bibîr xistinê ye ku du sal ji beriya niha hêzên rejîma Îranê Areş Gencî destgîrkiribûn û piştî 4 hefteyan bi danîna 450 milyon Tûmen ji girtîgeha Êvînê serbest hatibû berdan. Doza wî sala piştî wê jî bi hêceta ne zelalbûna hin mijar û delîlan dadgeh taloqê demekî din kiribû.