Ji ber muzîka Kurdî derbarê parlementer Remziye Tosûn fezleke hate amadekirin

Daraza Tirk vê carê jî muzîka bi Kurdî kir hincet û derbarê parlementera HDP’ê Remziye Tosûn fezleke amade kir.

Ji ber muzîka Kurdî derbarê parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn fezleke hate amadekirin.

Di sala 2019’an de dema Tosûn li Hênêya Amedê tevlî dawetekê bûye û ji ber ku di dawetê de muzîka Kurdî hatiye lêdan, Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Tosûn fezleke amade kir.

Hate îddîakirin ku di Mijdara 2019’an Tosûn û kesên pê re zext li muzîkjenê dawetê kirine ku bila muzîkên li ser ‘propagandaya rêxistinê’ bistirên.

Fezlekeya derbarê Tosûn ji Meclîsa Tirk re hate şandin. Dozgeriyê xwest bila ‘destnedayîna’ Tosûn were rakirin.

Tosûn nerazîbûn nîşanî fezlekeyê da û got “Di şexsê me de dixwazin gelê Kurd bitirsînin. Ji ber vê heta îro li ser me bi dehan fezleke hatina amadekirin. Ji ber ku em li kêleka Hevserokên xwe bûne û heta gerandina govendê, her tiştê me wekî sûc dibînin. Bi van tiştan re dixwazin zextan li ser me bikin. Di doza Kobanê de jî ev tişt dikare were dîtin. Dema ku mesele HDP be her tişt qedexe ye lê ji wan re her tişt serbest e. Gelê me hay ji van tiştan heye. Em ê li hemberî vê bêhiqûqtiyê stûyê xwe xwar nekin.”