Ji ber dizî û gendeliyê Waliyê bi wekalet ê Kerkûk Cibûrî û hinek rêveber tên cezakirin

Desteya Destpakî ya Iraqê bi sûcê gendelî û ziyan dayîna malê giştî yê civakê, Waliyê bi wekalet ê Kerkûkên Rêkan Cibûrî jî di nav de wê gelek kes bên cezakirin.

Deseya Destpakî ya Iraqê duh daxuyaniyek da û got: “Desteya Destpakî li ser dosyayek lêkolîn kiriye û piştre encamên wê radestî dadgehê kiriye. Di vê çarçoveyê de dadgehê ji ber kiryarên neqanûnî bang li Waliyê Kerkûkê Rêkan Cibûrî jî di nav de henek perpirsên dîwana walîtiya Kerkûkê kirin.”

Hate diyarkirin ku li gorî madeya 340 ya yasaya cezayê Iraqê, ev kes ji bo dadgehê hatine vexendin.