Ji ber axaftinên Leyla Guvenê 43 sal ceza jê re hat xwestin

Ji ber axavtinên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven’ê 43 sal ceza jê re hat xwestin.

Rûniştina doza bi sûcdariya “kirina propagandaya terorê” li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guvenê hat vekirin, li Dadgeha Cezayên Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin. Guven, ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi pergala SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bû. Parêzerê wê Serdar Çelebî li wir bû.

Meqama îdiayê ku mitaleya xwe pêşkêşê dadgehê kir, diyar kir ku beriya xistina parlamenteriyê, Leyla Guven 14’ê Tîrmeha 2019’an li ser rûpela medyaya dîjîtal ê “Rêxistina HDP’ê ya Amedê di weşana zindî de axavtineke bi Kurdî kiriye û idîa kir ku Guven bi bibîranîna yên di rojiya mirinê de jiyana xwe dest dane, “propagandaya rêxistinê” kiriye.

Dozger, axavtinên Guvenê yên li ser tecrîda Îmraliyê, Qetilama Pirsûsê, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li dijî Jinan jî kirin mijara sûc.

Dozger, tev tevî hev 43 sal û mehek û 5 roj ceza ji Guvenê re xwest.

Rûniştin, taloqê 17’ê Cotmehê hat kirin.