Ji 14’ê Tîrmehê rojiya mirinê heta bi guleya pêşî -2

'Rojiya Mirinê ya Mezin' a 14’ê Tîrmehê, kir ku civaka ku dihate xwestin qira wê bînin ji nû ve veje û berxwedaniyeke mezin derkeve hole.

Piştî rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan bi 35 salan, li zindana Amedê, li dijî faşîzmê dîsa dengê berxwedanê geş bû. Vê care jî, dengê jinekê bilind bû, ku li ser şopa yek ji qedroya pêşeng a PKK’ê Sara (Sakîne Cansiz) dimeşiya, dengê wê li dadgehên rûsar ku celadan mirovî lê didarizand, olan da. Bi berxwedana greva birçîbûnê ya ku bi helwesta fermandarê berxwedana 14’ê Tîrmehê M. Xeyrî Durmuş parastina xwe kirî,bi şexsê Leyla Guven dest pê kirî, têkoşîna azadiyê ya gelê ku ber bi serfiriziyê ve dimeşî, li gel ku 35 sal di ser re derbas bûne jî, mîna destpêka dawiya faşîzma AKP-MHP’ê ku berdewama rejîma cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê, bûye pêngava serfiraziyê ya Têkoşîna Azadiya Kurd.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku bi pêşengiya Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 200 rojî dom kirî, mîna ‘’Rojiya Mirinê ya Mezin’’ a 14’ê Tîrmehê, serfirazkirina pêngava berxwedanê ye, ya, ‘’Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’’ . Çawa ku berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, di şexsê rejîma leşkerî ya faşîst de, hişmendiya qirker-faşîst û siyaseta wê ji hêla îdeolojîk ve têk bir, PKK anî berxwedana gerîla ya 15’ê Tebaxê, greva birçîbûnê ya ku 200 rojî dom kirî jî, wê faşîzma AKP-MHP’ê ji hêla siyasî, îdeolojîk ve têk bibe û wê bîne ser rewşa ku meseleya Kurd hatî çareserkirin, bîne ser pêvajoya siyasî ku Kurdistan azad bûye, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bûye.

Bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger ku bi pêşengiya Guvan 200 rojî dom kirî û li hemû Kurdistanê, cîhanê berbelav bûyî, rê li ber vekir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî 8 salan parêzerên xwe bibîne û rê li ber şikandina tecrîdê veke.

HAVEYNA BERXWEDANÊ YA GELÊ KURD: 14’Ê TÎRMEHÊ

Berxwedana rojiya mirinê ku ji qedroyên pêşeng ên PKK’ê Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, li dijî kirinên dermirovî yên li zindana Amedê dane destpêkirin, 35 sal li pey xwe hişt. Li Girtîgeha Amedê di şexsê qedroyên pêşeng de bi êşkenceya ku li qedroyên pêşeng dihate kirin, hewl dihate dayin ku civakekê bi tevahî tine bikin. Li Girtîgeha Nimro 5 a Amedê, di serî de qedroyên pêşeng ên PKK’ê, êşkence li piraniya girtiyên li zindanê dihate kirin, li dijî van êşkenceyên hovane, qedroyên pêşeng ên PKK’ê dest bi berxwedanê kirin.
21’ê Adara 1982’yan yek ji qedroyê pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan, li dijî kirinên dermirovî, hovîtiyê, êşkenceyê şeva Newrozê bi sê darikên niftikê kete nav berxwedanê. Piştî çalakiya Mazlûm Dogan, 18’ê Gulana 1982’yan, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner li hicreya ku lê diman, alaya berxwedanê ku ji Mazlûm Dogan wergirtibûn li ba kirin û bedena xwe dane ber êgir.

Li gel van hemû çalakiyan jî, ji bo ku rêveberiya leşkerî ya girtîgehê êşkence zêde kir, parastina li dadgehê asteng kir, yek ji qedroyê pêşeng  û damezirînerê PKK’ê û Mehmet Xeyrî Durmuş li hêwana danişînê çalakiya ‘’Rojiya Mirinê’’ ragihandî, gelek girtî tevlê bûn, li gel Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jiyana xwe ji dest dan.

ZINDANA AMEDÊ KU NAVENDA ÊŞKENCEYÊ BÛ

Generalên darbeya 12’ê Îlonê çi qas hêza wan hebû li zindana Amedê li dijî girtiyên PKK’ê dikirin. Qedroyên pêşeng ên vî gelî ku dewletê digot, me ew gom kirin, tine kirin, li vê zindanê bûn. Dewletê bi tinekirina pêşengên gel, dixwest pêşî li vejîna gel bigire.
Tiştên ku li zindaana Amedê dibûn têkiliya wan bi cîhanê re hatibûn qutkirin. Modêlên êşkeneyê yên ji Wîetnam, Çîn, Nîkaragûyê hatibûn standin, li vir dihatin kirin. Dixwestin ku mirovên li zindanê bînin rewşeke bê şexisyet, bêrûmet, ku îxanetê li gelê we dikin. Li dijî girtiyên siyasî rêbazên êşkenceyê yên li dijî mirovahiyê dihatin kirin.

BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ, BÛ SEDEMA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ

Tişta ku li zindana Amedê dihate kirin, ne karê çend leşkeran bû, polîtîkaya dewletê bû. Gelê Kurd, li vê zindanê, di şexsê qedroyên pêşeng ên PKK’ê de dihate xwestin ku were tinekirin. Li dijî hovîtiyê jî têkoşîna baweriyê dihate dayin. Ev têkoşîna baweriyê ji bo girtiyan, şerê rûmet, nasname, şeref û namûsê bû. Li zindanan şerê bûneweriyê dihate dayin. Û di dîrokê de cara tişta ku dewlet li ser Kurdan dikir, hate rûxandin. Vîna Kurdan û bûneweriya wan vejiya. Li zindanê di rojiya mirinê de du daxwaz hebûn; yek jê parastina siyasî û ya dî, rawestanina îxanetê, rawestandina hovîtiyê.

Ev du daxwaz jî daxwazên bi temamî siyasî û nasnameyî bûn û li dadgehan parastinên siyasî hatin kirin. Di wan parastinan de, ji dîrokê heta wê rojê hovîtiya ku dewleta Tirk li Kurdan kirî hate vegotin, hate belgekirin. Dema ku çalakî qediyayî, Esat Oktay û tîma wî zindana Amedê terikandin. Li Zindana Nimro 5 a Amedê, piştî axaftina yek ji qedroyê pêşeng ê PKK’ê M. Xeyrî Durmuş, di axaftina dîrokî ya 15’ê Tîrmehê de li dadgehê gotî, ‘’Ên ku dibêjin ew ê ji bo vî gelî têbikoşin, divê têkoşîna çekdarî deynin ber xwe, bêyî ku berxwedaniyeke çekdarî were kirin, mêtingerî ti caran nayê têkbirin’’, li kampên Libnan-Filîstînê, ji hêla milîtanên PKK’ê ên ku haziriya têkoşîna çekdarî dikirin, veguherînin guleya pêşî. Û dema wê hatibû.

15’ê Tebaxa 1984’an li Bakurê Kurdistanê, Dihê û Şemzînan bi dengekî cuda hejijî bûn. Belê, ev dengên ku hatibûn, ne tenê guleyên leşekrên bi apolet bûn. Ev deng, di şexsê Fermandarê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) de, guleya berxwedana 14’ê Tîrmehê dihate avêtin. Bi vê guleyê re, vîna Kurdan ku dihate xwestin li zindana Amedê were qedandin, dîsa vedijiya. Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, di dîroka Kurdan de dibû diyarker. Jib o gelê ku dihate xwestin were pirnisandin, tinekirin,qelskirin, komkujî li ser were kirin, bû diyarker û hîmê vejîna civakekê hate danîn, mezin bû û berxwedanê  haveyn girtibû.

1984, BERXWEDAN 2’YAN A ROJIYA MIRINÊ

‘’Berxwedana rojiya mirinê’’ ya duyan dîsa 1984’an, li Zindana Nimro 5’an a Amedê pêk hat. Ji bo protestokirina kincên yek reng ku li hemû girtiyan dihate gerzkirin, bi sedan kes dest bi greva birçîbûnê kirin. 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Dîsa 1988, 1989’an di çalakiyan de hin girtiyan jiyana xwe ji dest da.

ESAT OKTAY JI HÊLA MÎLÎTANÊ PKK’Ê VE HATE KUŞTIN

Amirê Ewlehiya Hundir a Zindana Nimro 5 a Amedê, ku bi pêkanînên êşkence û der mirovî tê zanîn, Serpêl Esat Oktay Yildiran, 1988’an, li Halkali ya Stenbolê, ji hêla milîtanên PKK’ê ve, ku gotibûn, ‘’me slavên Kemal Pîr anîne’’ hate kuştin. Serpêl Esat Oktay Yildiran ku li zindana Nimro 5 a Amedê, ji bo ku qedroyên PKK’ê bipirnisîne, vîna wan bişkîne, bêrûmet bike, bi her cure gavên dij mirovî, bi tîpên stûr ên xwînî nave xwe li dîrokê nivîsî, piştî berxwedana li zindana Amedê ji peywirê hate standin.

Lê bi nivîsandina nave xwe ya a li dîrokê, kir ku mirovahî şerm bike. Yek ji qedroyê pêşeng ê PKK’ê Kemal Pîr, di berxwedana zindana Amedê de, li dijî hemû zextên Yildran got, ‘’Wê tola hemû polîtîkayên zext, bêvînkirinê, bêrûmetkirinê ya li zindana Amedê were standin. Dibe ku em di encama van polîtîkayan de werin kuştin, lê hûn nikarin vîna me tine bikin. Û helbet wê tolan van kirinan were standin. Rojekê, bi guleyeke PKK’ê ku dibêje, ‘me slava Kemal anî’ tu yê werî kuştin’’ û diyar kiribû, Yildiran wê hesabê tişta ku dike bi teqezî bide, tol were hildanîn. Bi vê çarçoweyê 1988’an, li Halkalî ya Stenbolê, Esat Oktya ji hêla guleyên ku ji çekên milîtanên PKK’ê derketî, hate kuştin.

BI 5 HEZAR KESÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

1995’an li 20 girtîgehan 5ezar girtî ketin greva birçîbûnê, 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Nîsana 1996’an, piştî ku fikra ‘’girtîgeha bi tîpa tabûtê’’ hate rojevê dest pê kir , çalakiya herî mezin  bû, li 38 bajran, li 43 girtîghan bi tevlêbûna 2174 girtiya a greva birçîbûnê û bi tevlêbûna rojiya mirinê ya 355 girtiyan dest pê kir. 12 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

BERXWEDANA 20’Ê COTMEHA 2000’Î

Piştî ku girtîgehên tîpa F’yê hatin rojevê, 20’ê Cotmeha 2000’î greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya girseyî dest pê kir. Ev çalakiyek herî domdirêj û berdêlên wê giran ê dîrroka cihanê bû, ku 19’ê Kanûna 2001’ê hêzen dewletê bi hovane êrîş birin ser. Di van êrîşan de 28 girtiyên siyasî hatin qetilkirin.

BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 12’Ê ÎLONA 2012’AN

Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya girseyî ya 20’ê Cotmeha 2000’î, li dijî polîtîkaya îmha û tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurd dest pê kir.Dewleta Tirk a faşîst ku bi her hawî armanc dikir gelê Kurd îmha bike, piştî ku bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya 20’ê Cotmeha 2000’î têk çû, derî lê vekir girtîgehên Tîpa F were rojevê û Pêngava Gerîla ya 1’ê Hezîranê dest pê bike. Li dijî êrîşên faşîst ên bi armanca îmhakirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, berxwedana Tevgera Azadiya Kurd û ya gelê Kurd, veguherî pêngava gerîla yak u 1’ê Hezîrana 2004’an dest pê kirî.

12’ê Îlona 2012’an di salvegera darbeya leşkerî de, girtiyên PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza mafê zimanê Kurd û rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 600 girtî li gelek girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Piştî ya 2001’ê ev berxwedana herî girseyî bû. Piştî ku birayê Ocalan Mehmet Ocalan hevdîtin kir, di roja 68’an de çalakî bi dawî bû. Piştî berxwedana greva birçîbûnê ya kolektîf a 14’ê Tîrmeha 1982’an, belkî jî ev çalakî ya herî bûbû civakî.
Dema ku mirov bala xwe bide ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji 1982’an ve di demên cuda de, li ser bingehê daxwazên cuda pêk hatine, ji hêla girtiyên ku ketine nav van çalakiyan, ev bi giştî mîna ‘’çareya dawî’ pêk hatine. Ev çalakî, an li dijî kirinên despotîk ên li qadên girtî (êşkence, sirgûn, kincên yek reng, Tîpa F) ji bo parastina rûmetê diyarkirina vine, an jî li derve, demên şikestina geşedanên civakî an jî xitimandinê, weke hevgirtineke ji girtîgehê pratîze bûne.

2017’AN LI AMEDÊ TEQÎN

Dewleta Tirk a faşîst li dijî lêgrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, a ku meseleya Kurd bi rêyên aştî, demokratîk çareser bike, ya 2013’an, bi nave ‘’Plana Çokşikandinê’’, bi êrîşên îmhayê Tîrmeha 2015’an bersiv da û şer geş kir. Tevgera Azadiya Kurd jî li djî konsepta îmha û tasfiyeyê ya dewleta Tirk a faşîst li ber xwe da. 2017’an di demeke wiha de ku bihara 2017’an hate gotin, ‘’PKK tine dibe’’, li Amedê bûyereke ku hate jiyîn, ji hêla hemû ajansên nûçeyan ve hate berbelavkirin.

Milîtanên PKK’ê bi tûneleke ku 90 rojî li ser xebitîbûn, li djî Qereqola Hêzên Çewîk ên Amedê çalakiyeke sabotajê kirin û di encamê de bi dehan polîs hatin kuştin. Piştre di wêneyên çalakiyê de ku di ANF’ê de xuya kirin, piştî 23 salan bi gotina, ‘’Em slava Kemal Pîr in’’ a yek ji pêşengê ‘’Rojiya Mirinê ya Mezin’’ a 14’ê Tîrmehê, ev çalakiya ku pêk hatî di serî de li Kurdistanê li hemû Tirkiyê deng veda.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA KU BI PÊŞENGIYA LEYLA GUVEN DEST PÊ KIRÎ

Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 7’ê Mijdara 2018’an di danişînê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 9’an got darizandineke dadmend nayê kirin û ragihand greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dide dest pê kirin. Guven got, ‘’Ez ketima bin bandora perspektîfa lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan a cihê jinê ya di nav siyasetê de û ketim nav siyasetê. Îro tecrîda li ser Rêzdar Ocalan ne tenê li ser şexsekî ye, li ser tevahiya civakekê ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ez parçeyek ji vî gelî, ji bo ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan şermezar bikim, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikim. Ji niha û pê de nema tême dadgehan û nema parastina xwe dikim. Heta ku daraz dawî li biryarên xwe yên nehiqûqî neyîne û heta ku tecrîd ranebe ez ê çalakiya xwe bidomînim. Hewce bike ez ê çalakiya xwe bikim rojiya mirinê.’’
Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz, li Strasboûrgê 14 siyasetmedar, Kanada, Toronto, li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê greva birçîbûnê dest pê kir. Bi hezaran gritiyên siyasî û Kurdistanî tevlî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger bûn û xwestin ku berxwedana ‘’Rojiya Mirinê ya Mezin’’ a 14’ê Tîrmehê bibin serfiraziya dawî. Û li hemû cîhanê hate gotin vîna civakekê nikare were tecrîdkirin. Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ku dane destpêkirin veguherî pêngava, ‘’Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’’, bû sedema geşbûna çalakiyên girseyî.
Ev greva birçîbûnê di roja 200’î ya Leyla Guven de, piştî hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re bi daxuyaniya ku dana raye giştî bi dawî bû. Ocalan çalakgerên greva birçîbûnê slav kir, ji bo ku Têkoşîna Azdiya Kurd biçe serfiraziya dawî bang li çalakgerna kirk u çalakiya xwe biqedînin, xwest ku greva birçîbûnê ya 200 rojî bi çalakiyên rengên cuda were domandin.

‘’Rojiya Mirinê ya Mezin’’ ku 14’ê Tîrmeha 1982’an dest pê kirî, bi mafê parastina siyasî, rakirina tecrîdê û bi pêkhatina pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê bidawî bû, bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2012’an derî li wê pêvajoyê vekir ku meseleya Kurd bi siyaseta demokratîk were çareserkirin. Greva birçîbûnê yak u 2018’an bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî, bû sedem ku tecrîda li ser Ocalan ku ev 8 sal bûn nedihiştin parêzerên xwe bibîne, bikaribe parêzerên xwe bibîne.