Israîlê derbarê balafira Rûs a ku hatî xistin daxuyanî da

Artêşa Israîlê têkildarî balafira Rûs ku Duşemê li Lazkiyê hate xistin, got, ew ê hemû îstîxbaratê bi Moskowê re par ve bikin.

Artêşa Israîlê got dema ku pergala berevaniya hewayî ya Sûriyê moşekên ku balafira Rûs anîn xwarê, şandibûn, dibe ku Hêzên  Hewayî yên Israîlê vegeriyabin qada hewayî ya Israîlê.

Artêşa Israîllê got ya ku bûyî sedem ew e ku pergala berevaniya hewayî ya Sûriyê ji ber 'bi berfirehî û biqisûr' moşek avêtine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Bi qasî ku me fêhm kirî, bataryayên balafirşikîn ên Sûriyê bêyî ku êmin be bê ka balafira Rûs li hewayê ye, moşek avêtine.''
Artêşa Israîlê ji ber mirina 15 leşkerên Rûs got, ew xemgîn in.