Iraqê qedexekirina Tevgera Azadî ji hikumetê pirsî

Komîsyona Hilbijartina Serbixwe ya Bilind a Iraqê ji hikumeta Başûrê Kurdistanê xwest ku bila sedemên girtina ofîsên Tevgera Azadî diyar bike.

Heyeta Tevgera Azadî ya ku derbarê girtina ofîsên xwe çûn Bexdayê, li Komîsyona Hilbijartina Serbixwe ya Bilind a Iraqê gilî kirin.

Rêveberê Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî diyar kir ku wan ragihandiye biryara girtina ofîsên Tevgera Azadî ya ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê hatiye kirin, nayê qebûlkirin.

KOMÎSYON: SEDEMÊN BIRYARÊ DIYAR BIKE

Komîsyona Hilbijartina Serbixwe ya Bilind a Iraqê bi daxuyaniyeke fermî ya nivîskî  ji hikumeta Başûrê Kurdistanê xwest ku bila sedemên girtina ofîsan diyar bike.

Serokê Komîsyona Hilbijartina Serbixwe ya Bilind a Iraqê Meen Elî Hîtawî û rêveberê Ofîsa Partiyên Siyasî ya girêdayî Komîsyona Hilbijartina Serbixwe ya Bilind a Iraqê Ebdullah Fazil diyar kir ku wan dema fermîbûn dane Tevgera Azadî wan ji Wezareta Karên Navxweyî û ji Komîsyona Têkoşîna li dijî Nelirêtiyê ya Herêma Kurdistanê pirsîne. Fazil bal kişand ser vî tiştî ku daxwaza wan fermîbûnê bi erênî hatiye encamkirin û got ku, “Lê çima niha dixwazin ofîsên Tevgera Azadî bigirin?”

Hate hînbûn ku Tevgera Azadî wê li hemberî vê bêhiqûqtiyê li Dadgeha Federal a Iraqê jî giliyan bike.